Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 57

Listen to this chapter • 1:33

[1] Min were r'e'mê, Xwedêyo, min were r'e'mê, nefsa min xwe daye bin sîya Te. H'eta ku qezî ji ser minr'a derbaz bin, ezê xwe bidime bin sîya p'er'ê Te.

[2] Ez gazî Xwedêyê Herî Jorin dikim, Xwedêyê ku minr'a qencîyê dike.

[3] Wê ji e'zmên bişîne û min xilaz ke û bêhurmetkirêd min bike r'obet. (Sela) Xwedê wê h'ub û aminîya Xwe bişîne.

[4] Ez k'etime nava şêrêd devxûne merivxur, diranêd k'îjana tîr û r'im in, zimanêd wan jî şûrê tûj in.

[5] Xwedêyo li ser e'zmên bilind be, bira r'ûmeta Te t'emamîya dinê bigire.

[6] T'or' avîtine ber nigêd min, nefsa min xweda şkestî bû, pêşîya min wana ç'e'l vedan, lê ew xwexa k'etine wê. (Sela)

[7] Ez dilda guman im, Xwedêyo, ez dilda guman im. Ezê bistirêm û miqamê lêdim.

[8] H'işyar be, hey nefsa min, h'işyar bin, hey çeng û çengê zîs, ezê r'ojê h'işyar kim.

[9] Ezê şikirîyê bidime Te, Xudan, nav miletada, eşqî Te bistirêm nav cime'tada.

[10] Çimkî h'uba Te mezin e h'eta e'zmên, aminîya Te jî h'eta e'wra.

[11] Xwedêyo, r'abe li ser e'zmên, de bira r'ûmeta Te t'emamîya dinê bigire.

Zebûr — Chapters