Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 110

Listen to this chapter • 0:59

[1] Xudan gote Xweyê min : «Li milê Minî r'astê r'ûnî, h'eta neyarêd Te bikime binê p'îyêd Te» .

[2] Xudanê şiva qewata Te ji Sîyonê bişîne, li nava neyarêd Xweda serwêrtîyê bike.

[3] R'oja her'î şêr', cime'ta Teyê bi r'ezedilî bê û xortêd Teyê jî mîna qir'avîya berbangê bûyî bin, ewê bêne cem Te ser ç'îyayêd pîroz.

[4] Xudan sond xwar û p'oşman nabe: «Tu h'eta-h'etayê K'ahîn î, mîna Melk'î-Sadiq» .

[5] Xudan li milê Teyî r'astê ye, wê r'oja ku hêrs k'eve Ewê p'adşa hûrdexweşî ke.

[6] Ewê nava miletada h'akimtîyê bike, dor-bera mirîyava t'ijî ke, gelek welatada serîya bişkêne.

[7] Ewê r'êva ji nixala vexwe, bona vê yekê serê Xwe bilind ke .

Zebûr — Chapters