Zebûr 35
[1] Ya Xudan, miqabilî miqabilêd min be, şer'kirêd minr'a şer' bike.
[2] Hilde zirih' û mert'alê, r'abe were hewarê!
[3] R'im û şûr bavêj, pêşîya peyk'etîyêd min bigire, bêje nefsa min: «Ez xilazkirê te me».
[4] Bira peyk'etîyêd min şermî bin, bibin r'obet, bira veger'in bibin sosret, ewêd ku dixwazin xirabîyê min bikin.
[5] Bira bibine mîna paç'a li ber bê, milyak'etê Xudan berî wan de.
[6] Bira r'îya wana te'rî û şimşat be, milyak'etê Xudan peyk'etîyê wan be.
[7] Bê sebeb t'or' bona min avîtine li ser ç'e'lê ku bê sebeb k'olan bona nefsa min.
[8] Bira nişkêva xezeb li ser wanda bê, t'or'a wane veşartî wan bigire, bira ew qede-bela bê serê wan.
[9] Hingê ezê pê Xudan eşq bim, bi azadkirina Wî ezê şa bim.
[10] H'emû hestûyêd minê bêjin: «Xudan! K'î mîna Te xilaz dike, yê sist ji destê zordarê wî, feqîr û belengaz ji t'alankirê wî».
[11] Şe'dêd derew r'adibin, tiştêd ez haş pê t'une me dikine stûyê min.
[12] Ji ber qencîyêva xirabî min kirin, ez nefsêda sêwî hiştim.
[13] Lê min nexweşîya wanda k'urx xwe dikir, nefsa xwe jî bi r'ojîya dida cefê. De bira ew duayê min li min veger'e .
[14] Ez t'evî wan usa bûm, çawa t'evî pismam û birê xwe, mîna yekî bona dîya xwe şînê bike, ez bi k'ederê nimiz dibûm.
[15] Lê gava ez k'etim, ewana civîyan li min k'enîyan, qaçax civîyan miqabilî min, lê min nizanibû çima ez dizêrandim, nedisekinîn.
[16] Bêar li min k'enîyan, dane hêlana diranêd xwe li min ç'ir'ikandin.
[17] Xweyê min! H'eta k'engê Tê dîna xwe bidêyî? Nefsa min xilaz ke ji derbêd wan, e'mirê min jî ji cewrikêd şêra.
[18] Hingê civata mezinda, ezê pesinê Te bidim, nava mixulqeta mezinda Te bimbarek kim.
[19] Bira dilê xwe min şa nekin, yêd bê sebeb bûne dijmin, bira bi ç'e'va hevr'a nekin, yêd cîyê amî-t'am dijenine min .
[20] Ew ser e'dilayê xeber nadin, lê miqabilî merivêd dinêye milahîm, şêwirêd h'ilek'ar difikirin.
[21] Devê xwe ser min mezin vedikin û dibêjin: «Va ye! Va ye! Ç'e'vê me dîtin».
[22] Ya Xudan, Te dît! Xwe ker' neke! Xweyê min! Tu ji min dûr nek'eve.
[23] Hêna minda Tu h'işyar be, li ser minda binihêr'e, Xweyê min û Xwedêyê min.
[24] Anegorî r'astîya Xwe, heqîyê li min bike, Xudan Xwedêyê min, ku ew li ser min nek'enin.
[25] Bira dilê xweda nebêjin: «Meremê dilê me bû!» û bira nebêjin «Me ew daqurtand!»
[26] Bira şermî bin û h'emû bibine r'obet, yêd ku dilê xwe min şa dikin. Bira şermîyê û sosretîyê li xwe wergirin, yêd ku ser minr'a xwe bilind digirin.
[27] Bira eşq û şa bin, yêd ku r'ûspîtîya min dixwazin û t'imê bira bêjin: «Xwedê mezin e, ku xêr-xweşîya e'vdê Xwe dixwaze!»
[28] Zimanê minê heqîya Te salix ke û t'emamîya r'ojê pesinê Te bide.