Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 9

Listen to this chapter • 2:21

[1] Ezê bi t'emamîya dilê xwe şikirîyê bidime Te, Xudan, h'emû k'eremetêd Te bikim dengî.

[2] Ezê pê Te şa bim û gul dim eşqî navê Te ezê bistirêm, Yê Herî Jorin.

[3] Gava neyarêd min paşda vediger'in, ew dik'evin û ber ç'e'vê Te unda dibin.

[4] Çimkî Te ser dîwan û heqîya minda nihêr'î, Tu ser k'ursîyê, çawa h'akimê ser r'astîyê r'ûniştî.

[5] Te p'ûtp'arist dengbir'î kirin, k'ok li nep'aka Te anî, navêd wana h'eta-h'etayê da hildan.

[6] Neyar îdî t'une ne, ewe her t'im xirabe ne, Te bajarêd wan wêran kirin, bîranîna xweva ew unda bûn.

[7] Lê Xudanê h'eta-h'etayê p'adşatîyê bike, Ewî k'ursîya Xwe bona dîwanê hazir kirîye.

[8] Ewê dîwana dinê bi heqîyê bike, ser miletada bi r'astîyê binihêr'e.

[9] Xudanê qesira dero-dera be, usa jî qesira yêd tengasîyada.

[10] Ewêd nas dikin navê Te, gumana xwe didin ser Te, ewêd ku li Te diger'in, Tu jî pişt nadî wan Xudan.

[11] Bistirên eşqî Xudanê li Sîyonê, bela kin kirêd Wî nava mileta.

[12] H'eyfhildayî xûna r'êtî bîr tîne, zarînîya dero-dera bîr nake.

[13] Min were r'e'mê, Xudano, dîna Xwe bide wan tengasîyêd min, k'îjan destê peyk'etîyada min k'işandin, Tu ku ji ber dergê mirinê min hildidî,

[14] wekî t'emamîya r'ûmeta Te bikim dengî, li ber dergehêd bajarê Sîyonê, bi dengê bilind şa bim bi xilazkirina Te.

[15] P'ûtp'arist k'etine ç'e'la xweye k'olayî, nigêd wan xwexa k'ete t'ela wane veşartî.

[16] Xudan bi dîwankirinê Xwe da naskirinê, nep'ak bi kirêd destê xwe dik'eve t'or'ê. (Higgayon Sela)

[17] De bira nep'ak veger'ine dîyarê mirîya, h'emû ew miletêd ku Xwedê bîr kirine.

[18] Çimkî feqîrê h'eta xilazîyê neyê bîrkirinê, gumana dero-dera h'eta-h'etayê unda nebe.

[19] R'abe Xudano, bira însan qewat negire, bira dîwana p'ûtp'arista li ber Te bibe.

[20] Xudano, Tu tirsê bike li ser wan, bira p'ûtp'arist zanibin, ku ew merî ne. (Sela)

Zebûr — Chapters