Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 43

Listen to this chapter • 0:51

[1] Tu ser îşê minda binihêr'e, ya Xwedê, heqîya min xwey ke ji nava vî miletê bêxwedê, ji merivêd derewîn û neheq azad ke.

[2] Çimkî Tu yî Xwedêyê kela min. Çima Te ez wêda avîtim? Çima ez bi dilê kul biger'im, ji ber zêrandina neyara?

[3] R'onayî û r'astîya Xwe bişîne, bira ewana r'êberîya min bikin, min bibine ç'îyayê Teyî pîroz û Xana Te.

[4] Ezê her'ime ber gorîgeha Xwedê, li ber Xwedêyê şabûn û eşqa xwe, ezê bi çeng pesinê Te bidim, ya Xudan, Xwedêyê min!

[5] Çima nav minda dik'izk'izî r'uh'ê min, çima nav minda ne r'ih'et î? Gumana xwe li Xwedê bîne, çimkî dîsa ezê pesinê Wî bidim, xilazkirê xwe û Xwedêyê xwe.

Zebûr — Chapters