Zebûr 33
[1] Bi Xudan eşq bin gelî amina, li r'asta dik'eve pesindarî.
[2] Bi çengê zîs şikirîyê bidine Xudan, bi sazê dehet'êlî Wîr'a bistirên.
[3] Stiraneke nû Wîr'a bistirên, zor û xweş saz xin, dengê bilindî ziringîyê.
[4] Çimkî xebera Xudan r'ast e û h'emû kirinêd Wî bi heq-h'elalîyê ne.
[5] Ew r'astîyê û heqîyê h'iz dike, h'uba Xudanva dinya t'ijî ye.
[6] Bi xebera Xudan e'zman e'firîn, bi bîna ber Wî h'emû e'rşêd wan.
[7] Be'ra mîna lodê t'op dike, avêd bêbinîya dike e'mbara.
[8] T'emamîya e'rdê bira ji Xudan bitirse û bira ji Wî bir'icife t'emamîya t'opa dinê.
[9] Çimkî Ewî got û qewimî, Ewî e'mir kir û qedîm bû.
[10] Xudan şêwirêd p'ûtp'arista xirab dike û fikirêd mileta betal dike.
[11] Şêwira Xudan qewîn û qedîm e, fikira dilê Wî qur'ne-qur'ne ye.
[12] Xwezî li wî miletî, Xwedêyê k'îjanî Xudan e û li wê cime'tê, k'îjan bijart kire warê Xwe.
[13] Xudan ji e'zmên jorda dinihêr'e, t'emamîya merivayê dibîne.
[14] Ew ji k'ursîya Xwe dîna Xwe dide t'emamîya binelîyêd dinyayê.
[15] Dilê wan h'emûya Ewî e'firandîye û haş ji h'emû kirêd wan heye.
[16] P'adşa pê eskerêd ze'f xilaz nabe, ne jî yê mêrxas pê qewata zor.
[17] Hesp derew e bona azadîyê, pê qewata xweye zor nake xilazîyê.
[18] Belê ç'e'vê Xudan li ser xofk'êşêd Wî ne û li ser wane ku hîvîya h'uba Wî ne,
[19] Ew nefsa wan ji mirinê xilaz dike û wextê xelayê jî wan t'êr dike.
[20] Nefsa me hîvîya Xudan e, Ew alîk'ar û mert'ala me ye.
[21] Dilê me pê Wî şa dibe, çimkî gumana me navê Wîyî pîroz e.
[22] Xudan, de bira Tu li ser me dilovan bî, çawa ku em Teda guman in.