Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 137

Listen to this chapter • 1:08

[1] Li ber ç'emêd Babîlonê em r'ûdiniştin, me Sîyon dikire bîra xwe û digirîyan.

[2] Me sazêd xwe bîyêd wêva darda dikirin.

[3] Û yêd wire ku em hêsîr biribûn, de'wa stirana ji me dikirin, yêd em dizêrandin jî şayî dixwestin, digotin: «Mer'a k'ulamêd Sîyonê bistirên».

[4] Em çawa bistirên k'ulama Xudan, welatê xerîbda?

[5] Heger ez te bîr bikim, Orşelîmê, bira destê minî r'astê bik'işe,

[6] zimanê min demaxê minva biqemite ku ez ne saz xim, ne jî bistirêm, heger ez te bîr bikim Orşelîmê û te ser şabûna xweye mezinr'a negirim.

[7] Bîr bîne, Xudan, kirêd edomîya , ewê r'oja ku Orşelîm k'et, çi digotin: «Wêran kin, wêran kin h'etanî r'ik'ina».

[8] Tu Babîlona k'aw-k'ubara wêrankir! Xwezî li wî, yê ku usa serê te bike, çawa ku te li serê me kirîye.

[9] Xwezî li wî ku zar'êd te hilde zinara xe.

Zebûr — Chapters