Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 75

Listen to this chapter • 1:14

[1] Em şikirîyê didine Te, Xwedêyo, şikirîyê didine navê Teyî mezin, k'eremetêd Te dikine dengî .

[2] Te got: «Gava bê we'de Ezê bi r'astîyê dîwanê bikim.

[3] Heger e'rd binelîyava bih'eje, Ezê stûnêd wî qewîn-qedîm kim. (Sela)

[4] Ez dibêjime k'ubara: ‹K'ubar nebin› û nep'aka: ‹Strûya dernexin,

[5] strûyê xwe ber bi jor bilind nekin, qur'be-qur'be xeber nedin›».

[6] Çimkî bilindbûn ne ji r'ohilatê ye, ne ji r'oavayê ye, ne jî ji başûrê ye.

[7] Lê belê h'akim Xwedê ye, hineka nimiz dike, hineka bilind dike.

[8] K'as destê Xudanda ye, şerava hêrsê wêda t'evdayî dik'ele û jê dir'ije. H'emû nep'akêd ser e'rdê wê nixalêva vexwin.

[9] Lê ezê her t'im bikim dengî, bistirêm eşqî Xwedêyê Aqûb.

[10] H'emû strûyêd nep'aka ezê hûrdexweşî kim, strûyêd r'asta wê bilind bin.

Zebûr — Chapters