Zebûr 91
[1] Yê bin hêşîya Yê Herî Jorinda dimîne, ew bin sîya Yê Herî Zorda r'ih'et dibe.
[2] Ezê bêjime Xudan: «Sit'argeha min û kela min, Xwedêyê min, k'îjanîda ez guman im!»
[3] Ewê te ji t'eleka nêç'îrvan xilaz ke, ji nexweşîya mirinê.
[4] Ewê pê p'er'ê Xwe te binixême, binê baskê Wîda tê bisit'irî, r'astîya Wîyê ter'a bibe mert'al û sûr.
[5] Tê ji sawa şevê netirsî, ne ji tîra ku r'ojê difir'e,
[6] ne ji nexweşîya mirinêye, ku te'rîstanîyêda diger'e, ne jî ji wê derbê, ku r'o nava r'ojêda gever dike.
[7] Heger h'ezar alîyê teyî ç'epêva bik'evin, dehe h'ezar kes jî, alîyê teyî r'astêva, lê belê derbekê negihîje te.
[8] T'enê tê bi ç'e'vê xwe t'emaşe kî û belayê nep'aka bibînî.
[9] Te Xudan xwer'a kire sit'argeh, Yê Herî Jorin hêwargeh,
[10] lema t'u xirabîyê neyê serê te û t'u qezîyê nêzîkî konê te nebe.
[11] Çimkî wê t'emîya te bide milyak'etêd Xwe, ku h'emû r'ê-dirbêd teda te xwey kin.
[12] Ewê te ser desta hilgirin, ku nigêd te kevir nek'evin .
[13] Tê şêr û me'rê teyar p'êpes kî û cewrikêd wan bih'incir'înî .
[14] Xwedê dibêje: «Ew Min h'iz dike, Ezê jî wî xilaz kim, Ezê piştovanê wî bim, çimkî navê Min nas dike.
[15] Ewê gazî Min ke, Ezê caba wî bidim, tengasîyêda Ezê t'evî wî bim, Ezê wî xilaz kim û bilind kim.
[16] Ezê wî r'ojêd dirêjva t'êr kim û azadîya Xwe nîşanî wî kim».