Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 129

Listen to this chapter • 1:00

[1] «Ji cahiltîya minda, gelek tengasî dane min», de bira Îsraêl niha bêje:

[2] «Ji cahiltîya minda, gelek tengasî dane min, lê zora min nebirine.

[3] Cotk'ara ser pişta min cot dikirin û xetêd xwe dirêj dikirin.

[4] Xudan li ser r'astîyê ye, Ewî kapêd nep'aka qetandin».

[5] H'emûyêd ku dijenine Sîyonê, wê şermî bin paşda bir'evin.

[6] Bira ew bibine mîna gîhayê ser xênî, ku hê negihîştî h'işk dibe,

[7] ew ne destê yê didirû t'ijî dike, ne jî ber mila yê gur'z dike dadigire.

[8] Û yê ku derbaz dibin wê nebêjin: «Bira duayê Xudan ser we be û em bi navê Xudan dua li we dikin».

Zebûr — Chapters