Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 16

Listen to this chapter • 1:36

[1] Tu min xwey ke, Xwedêyo, çimkî min xwe daye bin sîya Te.

[2] Ez dibêjime Xudan: «Tu yî Xweyê min, pêştirî Te t'une xêrxwazekî minî din».

[3] Ez demana pîrozêd Teye welatda me û wan e'silzada me.

[4] Lê ewêd pey xwedêyêd mayîn dir'evin, ew derd û kulêd xwe zêde dikin. Ez t'evî xûna qurbanêd wan nabim û navêd wan ser zarê xwe hilnadim.

[5] Xudan e p'ara mine jibare û r'isqê min, destê Wîda ye axirî-aqûbeta min.

[6] Cî-warêd r'ind p'ara min k'etin û li min xweş hat Ew milk'ê min.

[7] Pesinê Te ezê bidim, Xudanê şîretk'ar, h'eta şev jî dil nav minda dibe dersdar.

[8] Xudan her t'im ber ç'e'vê min e, Ew li milê minî r'astê ye, nefsa minê nelik'ume.

[9] Lema dilê min şa dibe û nefsa min eşq dibe, bedena min jî bêxof dibe.

[10] Çimkî Tê dîyarê mirîyada min nehêlî, ne jî bihêlî aminê Te gor'istên bibîne ,

[11] Tê r'îyêd e'mir minva e'yan kî. Şabûneke mezin e li ber dîndara Te, h'eta-h'etayê xêr û xweşî destê Teyî r'astêda ye .

Zebûr — Chapters