Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 125

Listen to this chapter • 0:59

[1] Gumana k'îjana ser Xudan e, ew mîna ç'îyayê Sîyonê ne, ku ew ji cîyê xwe nah'eje û h'eta-h'etayê dimîne.

[2] Ç'îya çawa dora Orşelîmê ne, usa jî Xudan dora cime'ta Xwe ye, ji îroda h'eta-h'etayê.

[3] Çimkî şivdara nep'aka wê ser e'rdê r'astaye p'eşkavîtî nemîne, nebe ku r'ast destêd xwe dirêjî neheqîyê kin.

[4] Xudano, qencîyê bike li qenca, xweyêd sitqê dilê r'asta.

[5] Lê ewê r'îyêd xweye xarda xalifîne, Xudanê r'îyêd wanda jî wan bişîne, t'evî ewêd ku xwe neheqîyê girtine. Bira xêr û xweşî li ser Îsraêlê be!

Zebûr — Chapters