Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 26

Listen to this chapter • 2:07

[1] Ya Xudan, li ser heqîya minda binihêr'e, çimkî ez h'elalîya xweda mame. Min gumana xwe danîye ser Xudan, ez naşih'itim.

[2] Min e'nene ke Xudan û min bicêr'ibîne, nêt û dilê min Tu parzûn ke.

[3] Çimkî h'uba Te li ber ç'e'vê min e û aminîya Te r'êberîya min dike.

[4] Ez t'evî derewîna r'ûnanîm û t'evî dur'ûya r'ê naçim.

[5] Ez dijenime civata xiraba û t'evî nep'aka r'ûnanîm.

[6] Ez bi bêsûcîyê destêd xwe dişom, dora gorîgeha Te, Xudan, dizivir'im,

[7] dengê şikirdarîyê didime bihîstinê, h'emû h'ujmek'arîyêd Te salix dikim.

[8] Xudano! Ez h'iz dikim Xana Te, ew cîyê mayîna r'ûmeta Te.

[9] Nefsa min t'evî gunek'ara unda neke, e'mirê min jî t'evî xûnxura,

[10] destê k'îjanada neheqî heye, destê wanî r'astê r'uşetêva t'ijî ye.

[11] Lê belê ezê h'elalîya xweda bimînim. Min azad ke û min were r'e'mê!

[12] Nigê min r'îya r'astda ye, civatada ezê pesinê Xudan bidim.

Zebûr — Chapters