Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 144

Listen to this chapter • 2:04

[1] Şikir ji Xudanr'a, qeyayê min, ku destê min hînî şêr' dike, t'ilîyêd min jî ç'ekr'a.

[2] Xêrxwazê min û kela min, sit'ara min û xilazkirê min, mert'ala min, ku xwe dispêrime Wî, Cime't ku guh dide min, ew Tu dikî.

[3] Xudano! Însan çî ye Tu dîna Xwe didêyî, benî-adem ku Tu bona wî xem dikî?

[4] Însan mîna hulm-gulmê ye, r'ojêd wî mîna sîyê derbaz bûye.

[5] Xudano! E'zmanêd Xwe bitewîne, peya be, ç'îya k'eve, ku ew dû kin.

[6] Bi birûskê birq bide, wan bela-belayî ke, tîrêd Xwe bişîne, wan şaşo-p'aşo ke.

[7] Jorda destê Xwe dirêj ke, min azad ke û xilaz ke, ji dest xerîba û gelek ava,

[8] ji devê k'ê derew dertê, destê ser dilê wan, yê derewîyê ye.

[9] Ya Xwedê, ezê stiraneke nû Ter'a bistirêm, ser sazê dehet'êlî, miqama Ter'a lê xim.

[10] Yê azadîyê dide p'adşê û qûlê xwe Dawid xilaz dike.

[11] Ji şûrê xirab min azad ke, ji destê xerîba xilaz ke, ji devê k'îjana betalî dertê, destê wanî r'astê, destê derewîyê ye.

[12] Bira xortêd me, cahiltîya xweda r'ind şîn bin mîna dara, qîzêd me bibine mîna stûnêd e'nîşkê ku qesirada têne neqişandinê.

[13] Bira e'mbarêd me dagirtî bin, bi her xurekîva t'ijî bin û pezêd me mêrgêd meda bi h'ezara, bê h'esab li hev zêde bin,

[14] dewarêd me jî k'oke xurt bin. Bira terk lê nek'evin, ber nevêjin, qar'e-qar' jî li k'ûçêd me nek'evin.

[15] Xwezî li wî miletî, ku vî h'alîda ye. Xwezî li wî miletî, ku Xudanê wan Xwedê ye.

Zebûr — Chapters