Zebûr 10
[1] Xudano, çima Tu Xwe dûr digirî? Tengasîyada Xwe vedişêrî?
[2] Nep'ak bi k'ubarîya xwe pey feqîr k'etîye, bira ew xwexa bik'eve t'ela xweye fikirî.
[3] Belê nep'ak bi nêtê dilê xwe difir'e û yê tima Xwedê dik'ifire, bêhurmet dike .
[4] Yê nep'ak ji dest babaxîyê Xwedê nager'e, t'emamîya fikira wîda Xwedê t'une.
[5] Her t'im r'îyêd wî jêr'a r'ast dibin, qirarêd Te wîr'a bilind in, dûrî wî ne, p'ifî ser h'emû dijminêd xwe dike.
[6] Dilê xweda dibêje: «Ezê nelik'umim, qur'ne-qur'ne jî xirabîyê neyêne serê min».
[7] Devê wîda t'ijî nifir', derew, gef-gur'î ye, bin zimênda jî mixenetî û neheqî ye .
[8] Te'ldêd gundada xwe vedişêre, yê amî-t'am bi dizîva ew dikuje û ç'e'vê wî bi dizîva ser feqîr e.
[9] Ew qulç'ada xwe ditelîne, mîna wî şêrê ne'la xweda. Ew ditele çawa bike feqîr bigire, feqîr digire û davêje t'or'a xwe.
[10] Xwe dike qoncik û p'al dide , yê belengaz dik'evine nav lepê wî.
[11] Dilê xweda dibêje: «Xwedê bîr kirîye, Ewî r'ûyê Xwe nixamtîye, ku Ew t'u car nebîne».
[12] R'abe, Xudan, Xwedêyo! Bilind bike Destê Xwe û belengaza bîr neke.
[13] Çima yê nep'ak Xwedê bêhurmet ke, dilê xweda bêje: «Xwedê serda nanihêr'e».
[14] Ne Tu wan belengaza dibînî? Tu li ser te'lî-tengîyada dinihêr'î ku bi destê Xwe heqê nep'ak bidî. Belengazêd xwe li Te spartî, piştovanê sêwîya ew Tu yî.
[15] P'er'ê nep'ak û xiraba Tu bişkênî, gava xirabîya wan biger'î Tu nebînî.
[16] Xudan p'adşê h'eta-h'etayê ye, p'ûtp'aristê betavebin ji e'rdê Wî.
[17] Tu xwestina belengaza dibihêyî, ya Xudan! Dilê wan bişidîn û guh bide ser wan,
[18] ser dîwana sêwî û belengazda binihêr'e, wekî merivê dinê îdî wî netirsîne.