Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 36

Listen to this chapter • 1:28

[1] Neheqî çi ku e'mirî nep'aka dike, ev yek e'yan e dilê minva: Xofa Xwedê t'une li ber ç'e'vê wan ,

[2] çimkî h'ilek'arîyê li ber ç'e'vê xwe dikin, ku neheqîya wan e'yan nebe û ji ber ç'e'va nek'evin.

[3] Xeberêd devê wan neheq û derew in, fe'mê wan t'une ku qencîyê bikin.

[4] Nivînêd xweda şêwira neheqîyê dikin û ser r'îyêd neqenc ew disekinin, ji xirabîyê jî ew zivêr nabin.

[5] Ya Xudan! H'uba Te h'eta e'zmên e û aminîya Te h'eta e'wra ye!

[6] Heqîya Te mîna çîyayê herî bilind e, qirara Te mîna ava here k'ûr e! Mêriv û h'eywên Tu xwey dikî, Xudano!

[7] H'uba Te çiqas bêhimber e, Xwedêyo! Bendê dinê bin sîya p'er'ê Teda hêwirîne.

[8] Ewana ji xêr-berek'eta mala Te t'êr dibin û ji ç'emê Xweyî begemkirî didî vexwarinê.

[9] Çimkî kanîya jîyanê li cem Te ye, bi r'onaya Te em r'onayê dibînin.

[10] H'uba Xwe ji nasêd Xwe nebir'e û heqîya Xwe ji yêd sitqê dilê r'ast.

[11] Bira p'e'yna k'ubara negihîje min destê nep'ak jî min cî neh'ejîne.

[12] Hema ev e k'etina yêd neheqî dikirin, ew e'rdê xistin îdî nikaribûn r'abûna.

Zebûr — Chapters