Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 97

Listen to this chapter • 1:23

[1] Xudan e p'adşa, bira e'rd şa be, bira eşq bin h'emû girav!

[2] E'wr û dûman li dora Wî ne, r'astî û heqî jî bingehê k'ursîya Wî ne.

[3] Agir pêşîya Wîva diçe, her çar alîya neyarêd Wî dişewitîne.

[4] Birûskêd Wî li dinyayê dikin r'onî, e'rd dibîne, dilerizîne.

[5] Ç'îya mîna şimê ji dîndara Xudan dih'elin, ji ber dîndara Xweyê t'emamîya e'rdê.

[6] E'zman r'astîya Wî dikin dengî h'emû milet jî r'ûmeta Wî dibînin.

[7] Bira şermî bin h'emûyêd ku p'ûta dih'ebînin, ku pê p'ûtêd p'ûç' difir'in. H'emû xwedê li ber Xudan ta dibin.

[8] Sîyon dibihê û şa dibe, bajarêd Cihûda beşerxweş dibin qirarêd ter'a, Xudano.

[9] Çimkî Tu, Xudan, ser t'emamîya e'rdê Yê Herî Bilind î, ji ser h'emû xwedêya gelekî bilindtir bûyî.

[10] Gelî Xudan h'izkirîya, bijenine xirabîyê! Ew e'mirê aminêd Xwe xwey dike, ji destê nep'aka xilaz dike.

[11] R'onayî dertê bona r'asta, şabûn jî bona sitqê dilê r'ast.

[12] Pê Xudan şa bin, gelî r'asta, ji navê Wîyî pîroz hûn r'azî bin.

Zebûr — Chapters