Zebûr 60
[1] Xwedê, Te em ji ber Xwe avîtin, Tu li me hêrs k'etî, em qudûm xistin, de berê Xwe li meda ke!
[2] Te e'rd h'ejand û tîş lê xist, qeliştokêd wê bicebirîne, çimkî ew dilerize.
[3] Te tengasî da cime'ta Xwe, şerava deminandinê em dane vexwarinê.
[4] Te xofk'êşêd Xwer'a al da bilindkirin, nîşanek da ku ji tîra bir'evin, (Sela)
[5] bi destê Xweyî r'astê me ser xe û bibihê, wekî h'izkirîyêd Te azad bin.
[6] Xwedê ji Cîyê Xweyî Pîroz xeber da: «Ezê şa bim, Şexemê p'arevekim newala Sûkotê bipîvim.
[7] Gîle'd ya Min e, Minaşe ya Min e, Efrayîm zirih'ê serê Min e, Cihûda jî qanûndarê Min e.
[8] Mowab derdana Mine şûştinê ye, sola Xwe Ezê bavêjime ser Edomê, dilê Xwe Ezê şa kim li Filistînê».
[9] K'î wê min bibe bajarê sûrkirî? K'î wê r'êberîya min bike h'eta Edomê?
[10] Tu nînî Xwedê, ku Te em ji ber Xwe avîtin? Tu t'evî ordîyêd me dernak'evî, Xwedêyo!
[11] Ji destê neyar me xilaz ke, çimkî p'ûç' e alîk'arîya meriva.
[12] Emê pê Xwedê mêrxasîyê bikin, t'enê Ewê dijminêd me p'êpes ke.