Zebûr 101
[1] Eşqî aminî û heqîyê ezê bistirêm, ya Xudan, zebûra Ter'a bêjim.
[2] Bi serwaxtîyê ezê r'îya bêlek'eda her'im. K'engê Tê bêyî cem min? Ezê mala xweda bi dilê r'ast r'abim-r'ûnîm,
[3] tiştêd xirab ezê neynime ber ç'e'vê xwe, kirêd neheqa li ber ç'e'vê min r'eş in, ewê nêzîkî min nebin.
[4] Bira dilê qelp ji min dûr be, naxwazim yê xirab ez nas kim.
[5] Ezê yê dizîva buxdan heval dike r'ûbarî dinê nehêlim, yê ç'e'vada k'ubar û dilda babax ez nikarim sebir kim.
[6] Ç'e'vê min li ser aminêd e'rdê ne, ku ew t'evî min bimînin, ewê ku r'îya bêlek'eda diçin, wê berdestîyê minr'a bikin.
[7] H'ilek'arê mala minda nemîne, derewînê ber ç'e'vê min nesene.
[8] Berbanga k'ûrda ezê r'abim qir'a nep'akêd welêt bînim, wekî ji bajarê Xudan k'oka h'emû bêqanûna bînim.