Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 37

Listen to this chapter • 3:57

[1] Bîna xwe xiraba teng neke, h'evsûdîyê bêola neke.

[2] Çimkî ewê zûtirê mîna gîhê biç'ilmisin û mîna gîhayê şîn wê h'işk bin.

[3] Gumana xwe bide ser Xudan û qencîyê bike, welêtda bijî û aminîya xwe xwey ke.

[4] Bira Xudan şabûna te be, Ewê xwestinêd dilê te bide te.

[5] R'îya xwe bide destê Xudan, gumana xwe bide ser Wî û Ewê bîne sêrî.

[6] Wê mîna r'oyê r'ûspîtîya te derxe û pirsa heqîya te jî mîna nîvro.

[7] Li ber Xudan berbihêr be û hîvîya Wî be, bîna xwe wî merivî teng neke ku jêr'a li hev tê û wî merivê ku digihîje meremê xirab.

[8] Hêrs nek'eve, neqilqile, bînteng nebe ku xirabîyê bikî.

[9] Çimkî k'ok li xiraba wê bê, lê yêd li Xudan sebir dikin, ewê li e'rdê war bin.

[10] Belê hinekî şûnda nep'akê betavebe, tê li cîyê wî biger'î û wî nebînî.

[11] Lê belê milûkê e'rdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin .

[12] Nep'ak bona yê r'ast xirab dişêwire û dirana ser wî diç'ir'ikîne.

[13] Xweyî ser wî dik'ene çimkî axirîya wî dibîne.

[14] Gunek'ar şûr dik'işînin, kevanêd xwe saz dikin, ku yê feqîr û belengaz jorda bînin, yêd r'îya r'astda diçin, wan bikujin.

[15] Şûrêd wanê bik'evine dilê wan, kevanêd wanê hûrdexweşî bin.

[16] Hebûka r'astaye hindik, ji hebûka nep'akaye p'ir' çêtir e.

[17] Çimkî qolanêd nep'aka wê bişkên, lê stûna r'asta Xudan e.

[18] Xudan xemê h'alê bêlek'a dik'işîne wartîya wanê h'eta-h'etayê bimîne.

[19] Oxirmêd giranda wê şermî nebin û r'ojêd xelayêda wê t'êr bin.

[20] Lê nep'akê unda bin û dijminêd Xudan mîna gul-sosinêd çolê, nava dûda wê betavebin.

[21] Nep'ak deyn hildide û nade, lê yê r'ast destvekirî ye û dide.

[22] Xwedê dua k'îjana bike, ewê e'rdê war bin û nifir'a k'îjana bike, ewê unda bin.

[23] Xudan gavêd wî merivî dişidîne r'îya k'îjanî ew begem dike.

[24] Heger ew bilik'ume, wê nek'eve, çimkî Xudanê destê wî bigire.

[25] Ez zar' bûme û niha jî mezin bûme, min nedîtîye yê r'ast wêda avîtî, yan jî zar'êd wî ku nên p'ars kin.

[26] Ew her t'im mer'd e û deyn dide, dua jî ser zur'eta wî ye.

[27] Ji xirabîyê xwe dûr bigire, qencîyê bike, tê bimînî h'eta-h'etê.

[28] Çimkî Xudan heqîyê h'iz dike û pişt nade aminêd Xwe. Ewê h'eta-h'etayê bêne xweykirinê, lê zur'eta nep'aka wê unda be.

[29] R'astê li e'rdê war bin û her-heyê wê ser bijîn.

[30] Ji devê r'asta gul-nûr dibarin û zimanê wî heqîyê dibêje.

[31] Hînkirina Xwedê wî dilê wîda ye, gavêd xweda ew nalik'ume.

[32] Nep'ak pey yê r'ast k'etîye, dike ku çawa wî bikuje.

[33] Lê Xudan wî nade destê nep'ak û gava wî bîne ber dîwanê, nahêle ku wî gunek'ar ke.

[34] Xudan sebir ke û xwe r'îya wî bigire, Ewê te bilind ke ku e'rdê war bî. Tê bibînî undabûna nep'aka.

[35] Min dît nep'akek stirû derxistî, mîna dara şîne ç'iqilava p'er'vedayî .

[36] Lê ew derbaz bû, k'a ew nema, ez lê ger'îyam û min ew nedît.

[37] Yê bêlek'e binihêr'e û dîna xwe bide ewêd r'ast, çimkî axirîya merivê ha wê xêr be.

[38] Lê k'oka neheqa wê hevr'a bê, axirîya nep'aka undabûn be.

[39] Xilazbûna r'asta ji Xudan e, oxirmê giranda Ew piştovanê wan e.

[40] Xudanê alîk'arîyê wan bike, wan xilaz ke, ji nep'aka wan azad ke û xilaz ke, çimkî wan xwe daye bin sîya Wî .

Zebûr — Chapters