Zebûr 118
[1] Şikirîyê bidine Xudan, Ew qenc e û h'uba Wî h'eta-h'etayê ye!
[2] De bira Îsraêl bêje: «H'uba Wî h'eta-h'etayê ye».
[3] De bira mala Harûn bêje: «H'uba Wî h'eta-h'etayê ye».
[4] De bira xudanxof bêjin: «H'uba Wî h'eta-h'etayê ye».
[5] Tengasîyêda min gazî Xudan kir, Xudan cab da, ez derxistime fireyê.
[6] Xudan t'evî min e, ez natirsim, însanê çi li min bike?
[7] Xudan k'omekdarê min e, ezê axirîya neyarêd xwe bibînim.
[8] Ya p'ak e Xudanda guman bin, ne ku xwe bispêrine benda.
[9] Ya p'ak e Xudanda guman bin, ne ku xwe bispêrine mîr û bega.
[10] H'emû mileta ser minda girtin, lê bi navê Xudan ez wan hûrdexweşî dikim.
[11] Her alîyava dora min girtin, lê bi navê Xudan ez wan hûrdexweşî dikim.
[12] Mîna moza dora min girtin, lê mîna agirê stirîya ew tefîyan, bi navê Xudan ez wan hûrdexweşî dikim.
[13] Ez qewîn de'f dam ku bik'evim, lê Xudan alî min kir.
[14] Xudan qewat û qudreta min e, Ew bona min xilazkir e.
[15] Dengê şabûn û serk'etinê ji konêd r'asta tê: «Destê Xudanî r'astê qewatê dike.
[16] Destê Xudanî r'astê bilindkirî ye, destê Xudanî r'astê qewatê dike».
[17] Ez namirim, ezê bijîm, kirinêd Xudan ezê salix kim.
[18] Xudan gelekî serê min kir, lê ez nedame destê mirinê.
[19] Dergehêd r'astîyê minr'a vekin, ku bik'evime nav wan û şikirîyê bidime Xudan.
[20] Eva dergehê Xudan e, r'astê wirr'a bik'evinê.
[21] Şikir ji Ter'a, Te dengê min bihîst û minr'a bûyî xilazkir.
[22] Ew kevirê ku hosta t'exsîr kir, ew bû serê e'nîşkê.
[23] Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber ç'e'vê me h'eyr-h'ujmek'ar e!
[24] Eva r'oja Xudan xuliqand, werin em vêda eşq û şa bin.
[25] Hewar Xudan, me xilaz ke! Hewar Xudan, mer'a li hev bîne.
[26] Bimbarek e ewê ku bi navê Xudan tê! Em ji Xana Xudan we bimbarek-pîroz dikin .
[27] Xudan e Xwedê, Wî em r'onayî kirin. Pê bena qurbana cejinê girêdin, h'eta stirûyê gorîgehê bibin.
[28] Tu yî Xwedêyê min, ezê şikirîyê bidime Te, Tu yî Xwedêyê min, ezê Te bilind kim.
[29] Şikirîyê bidine Xudan, Ew qenc e û h'uba Wî h'eta-h'etayê ye! ALÊF