Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 149

Listen to this chapter • 0:57

[1] Halêlûya! Stiraneke nû Xudanr'a bistirên, şikirîyê bidine Wî, civîna aminêd Wîda.

[2] Îsraêl bira şa be pê E'firandarê xwe, ewledêd Sîyonê bira geş bin pê P'adşê xwe.

[3] Bira pê r'eqasê şikirîyê bidine navê Wî, bi defê û çengê zîs miqama Wîr'a lê xin.

[4] Çimkî Xudan cime'ta Xwe begem dike, milûka bi serk'etinê dixemilîne.

[5] Bira amin r'ûmetêda eşq û şa bin, nava nivînêd xweda beşerxweş bin.

[6] Pesindayîna Xwedê ji devê wan kêm nebe û şûrê dudevî ji destê wan nek'eve,

[7] wekî h'eyfê ji mileta hildin û bela mixulqeta bidin.

[8] P'adşêd wan bi zincîra girêdin û e'silzadêd wan bi qeydêd h'esinî,

[9] wekî qirara dîwanê bê serê wan. Eva r'ûmeta h'emû aminêd Wîr'a be. Halêlûya!

Zebûr — Chapters