Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 96

Listen to this chapter • 1:35

[1] Stiraneke nû bistirên eşqî Xudan, bistirên eşqî Xudan t'emamîya e'rdê!

[2] Eşqî Xudan bistirên, pesinê navê Wî bidin, r'oj bi r'oj xilazkirina Wî danasîn kin.

[3] Nava p'ûtp'aristada r'ûmeta Wî bikin dengî, nava h'emû miletada k'eremetêd Wî.

[4] Xudan mezin e, hêjayî gelek pesina ye, sawa Wî li ser h'emû xwedêya ye.

[5] Xwedêyêd h'emû mileta p'ût in, lê Xudan e'zman çêkirin.

[6] R'ûmet û hurmet li pêşîya Wî ne, qewat û h'ujmek'arî pîrozgeha Wîda ne.

[7] Bidine Xudan, gelî berekêd mileta, bidine Xudan r'ûmet û qudret.

[8] Şikirîyê bidine r'ûmeta navê Xudan, p'êşk'êşa bînin û bik'evine hêwangehêd Wî.

[9] Ber Xudan ta bin bi xemila pîroz, ji dîndara Wî bitirsin, t'emamîya e'rdê!

[10] Bêjine Mileta: «Xudan e P'adşa! Lema dinya qewîn-qedîm e û nah'eje. Dîwana mileta Ewê bi r'astîyê bike».

[11] Bira e'rd şa be û e'zman eşq be, be'r bike xuşîn, bi t'êr û t'ijîya xweva.

[12] Bira eşq bin deşt û her tiştêd navda ne, bira şa bin li ber Xudan, h'emû darêd daristên.

[13] Çimkî Ew tê, Ew tê ku dîwana e'rdê bike. Ewê bi heqîyê dîwana dinê bike û mileta bi r'astîya Xwe.

Zebûr — Chapters