Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 138

Listen to this chapter • 1:10

[1] Xudan, ez dil û can şikirîyê didime Te, li ber xwedêya distirêm eşqî navê Te.

[2] Ta dibim ber P'aristgeha Teye pîroz û ez şikirîyê didime navê Te, bona wê h'ub û aminîya Te, ku Te nav û xebera Xwe ser her tiştîr'a girtîye.

[3] R'oja ku min gazî Te kir, hingê bihîst Te dengê min, qewat kirim, qudûm da min.

[4] Xudan, h'emû p'adşayêd dinyayê wê şikirîyê bidine Te, çimkî bihîstin xeberêd devê Te,

[5] Xudan wê bistirên eşqî r'îyêd Te, çimkî mezin e Xudan r'ûmeta Te.

[6] R'ast e Xudan bilind e, lê yêd nimize belengaz dibîne, k'ubara jî dûrva nas dike.

[7] Heger te'lî-tengîyar'a ez derbaz bim, Tê ji ber hêrsa dijmin min xwey kî û Tê destê Xwe dirêjî min kî, destê Teyî r'astê min xilaz ke.

[8] Xudanê bona min pirsa safî ke, Xudan, h'uba Te h'eta-h'etayê ye! Dest ji kirêd destê Xwe neke.

Zebûr — Chapters