Zebûr 46
[1] Xwedê sit'argeh û qewata me ye, k'omekdarê meyî tengasîyada herî nêzîk e.
[2] Lema jî em natirsin, heger e'rd jî serobinîhev be, ç'îya bik'evine k'ûraya be'rê,
[3] avêd wê fûr din, ew bikin xuşîn, ç'îya bilerizin ji dest pêlêd wan. (Sela)
[4] Ç'emek heye ku avêd wê bajarê Xwedê şa dikin, wê Mala pîroze Yê Herî Jorin.
[5] Xwedê wî bajarîda ye, ew nah'eje, Xwedêyê berbanga k'ûrda alî wî bike.
[6] Milet dikine qalme-qalm, h'ej dik'eve p'adşatîya, Yê Jorin dike dengî û e'rd dih'ele.
[7] Xudanê Ordîya t'evî me ye, Xwedêyê Aqûb kela me ye. (Sela)
[8] Werin bibînin kirêd Xudan, çi k'eremet kir r'ûyê e'rdê.
[9] Şer'a dide sekinandinê, her çar qulbêd dinyayê, tîr-kevana dişkêne, r'ima hûr-hûrî dike û mert'ala bi êgir dişewitîne.
[10] Ker' bin û bizanibin, Ez im Xwedê, Ezê nav miletada bilind bim û li r'ûyê e'rdê bilind bim.
[11] Xudanê Ordîya t'evî me ye, Xwedêyê Aqûb kela me ye. (Sela)