Zebûr 139
[1] Xudan! Te ez e'nene kirim û nas kirim.
[2] Tu zanî r'abûn û r'ûniştina min, dûrva Teva e'yan e fikirêd min.
[3] Tu dibînî ger' û p'aldana min û Teva e'yan e h'emû r'îyêd min.
[4] Hela hê xeber ne ser zarê min e, Xudan, fikir îdî Teva e'yan e.
[5] Tu pêş û pişva xwey dikî min, destê Te sî ye li ser serê min.
[6] Ev zanebûn ji h'işê min der e, nikarim bigihîjimê, gelekî k'ûr e.
[7] Ezê ji R'uh'ê Te k'uda her'im, yan ji ber Te k'uda bir'evim?
[8] Heger r'abime e'zmên, Tu li wir î, berjêr her'ime dîyarê mirîya, dîsa wir î.
[9] Heger p'encê r'oyê baskê min bin, bifir'ime xilazîya be'rê, wir bimînim,
[10] wir jî destê Teyê r'êberîya min bike, destê Teyî r'astê wê min xwey ke.
[11] Heger bêjim: «Te'rîstanê min veşêre, r'onayîya dora min jî şev be»,
[12] dîsa şev bona Te ne te'rî ye, şev mîna r'ojê r'onayî ye, bona Te şev û r'oj weke hev e.
[13] Navdilê min Te çêkirine, zikê dîya minda cebirandime.
[14] Pesin û şikirîyê didime Te, ku ez e'cêbmayî çêkirî me. Ev kirinêd Te h'ujmek'ar in, minva ev yek t'am zelal in.
[15] Hestûyêd min ji Te veşartî neman, gava cîyê veşartî hatime xuliqandin û bet'inêda hatime cebirandin.
[16] Te ez dîtim hê ne hatibûm meyandin. H'emû r'ojêd k'ifşkirîye bona min, k'itêba Teda hatibûne nivîsandin, berî wan r'ojêd ku ewe hê t'unebûn.
[17] Xwedêyo, fikirêd Te serê minda r'ûnanîn û çiqasî mezin e r'eqema wan!
[18] Heger ez bikim bijmêrim wan, wê ji qûmê ze'ftir be h'esabê wan. Ez ku jimarê ser hevda bînim, ezê t'ev Te dîsa h'ucetêda bim .
[19] Xwezî Te qir'a nep'aka banîya, Xwedêyo! Ji min dûr k'evin, hey merivêd xûnxurno!
[20] Ew h'ilek'arî hindava Teda xeber didin, neyarêd Te cîyê badîhewa navê Te didin.
[21] Xudan, ez ça nejenime yêd dijenine Te? Ça zivêr nebim, ji r'aberêd himberî Te?
[22] Ez wan ber ç'e'vê xwe lap davêjim, ez wan xwer'a dijmin h'esab dikim.
[23] Min e'nene ke, Xudano, dilê min zanibe, min bicêr'ibîne û fikirêd min bizanibe.
[24] Dîna xwe bidê, xa ez ne r'îya xirabda me, r'îya h'eta-h'etayêda r'êberîya min bike.