Zebûr 102
[1] Ya Xudan! Dengê min bibihê, bira zarînîya min bigihîje Te.
[2] R'oja oxirmêd giranda berê Xwe ji min neguhêze, guhê Xwe bide li ser min. Wê r'oja ku gazî Te dikim Tu zûtirê cabê bide min.
[3] R'ojêd min mîna dû betavedibin, hestûyêd min çawa agirda bişewitin.
[4] Dil nava minda mîna gîhayê h'işkî k'etîye, h'eta xwarina xwe jî bîr kirîye.
[5] Ji dest dengê zarînîya min, ez bûm çawa ç'erm û hestû.
[6] Ez bûm mîna kundê ber'îyê, wî bûmê korî xirabada.
[7] Mîna ç'ivîka li ser xanî, ez bêxew mam t'enê mayî.
[8] T'emamîya r'ojê neyar te'na li min dixin, yêd k'îna min girtine ez kirime gote-got.
[9] Xurê min k'ozî ye dewsa nan, hêsir t'evî vexwarina xwe kirin,
[10] ji dest hêrs û alava k'ela Te, ku Te ez girtim wêda avîtim.
[11] E'mirê min mîna sîya êvarê ye û ez mîna gîhê h'işkbûyî me.
[12] Lê belê Xudan, t'extê Te, t'extê her-heyê ye û bîranîna Te qur'ne-qur'ne ye.
[13] Tê r'abî Sîyonê bêyî r'e'mê, çimkî wexte ku dilovan bî, we'de îdî pêr'a gihîştîye.
[14] Çimkî xulamêd Te kevirêd wê begem dikin û h'eyfa wan t'oza wê jî tê.
[15] Miletê ji navê Xudan bitirsin, h'emû p'adşayêd e'rdê ji r'ûmeta Wî.
[16] Xudanê Sîyonê ava ke, bi r'ûmeta Xwe xuya be.
[17] Ewê bibihê duayê bêkesa û duayêd wan wê bêqedir neke.
[18] Bira ev yek bê nivîsarê bona qur'na ku tê, ku cime'ta nebûyî hê pesinê Xudan bidin,
[19] ku Ew jorda ji Cîyê Xweyî Pîroz dinihêr'e, Xudan ji e'zmên dîna Xwe dide li e'rdê,
[20] bona ku zare-zara girtîya bibihê û yêd mirinêr'a dayî xilaz ke,
[21] wekî Sîyonêda navê Xudan bikin dengî û pesinê Wî jî Orşelîmêda,
[22] gava cime't t'evî p'adşê bicivin, bona ku Xudan bih'ebînin.
[23] Ewî r'êda qudûmê min sist kirin, r'ojêd min jî kin kirin.
[24] Min got: «Xwedêyê min! Nîvê r'ojada hilnede min. Salêd Te ji qur'ne h'eta qur'na ne».
[25] Pêşîyê Te h'îmê e'rdê danîye, e'zman jî kirê destê Te ye.
[26] Ewê unda bin, lê Tê bimînî, h'emûyê mîna k'inca bimaşin, Tê mîna berşo wan biguhêzî û ewê derbaz bin unda bin.
[27] Lê Tê neyêyî guhastin û salêd Teyê xilaz nebin .
[28] Ewledêd xulamêd Te wê bijîn, nisilê ç'e'vê Te ser wê qedîm bin.