Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 61

Listen to this chapter • 0:57

[1] Xwedêyo, zarînîya min bibihê, guh bide duayê min!

[2] Ez ji serê dinê gazî Te dikim gava dilê min sist dibe. Berê min bide wî qeyayî, k'îjanî ku nikarim bigihîjimê.

[3] Çimkî Tu sit'argeha min î, kelake zor ji ber dijmin.

[4] De bira ez bijîm Konê Teda h'eta-h'etayê, binê sîya p'er'ê Teda bihêwirim. (Sela)

[5] Tu, Xwedêyo, ad-qirarêd min Te bihîstin û war da wan, yêd ku ji navê Te ditirsin.

[6] R'oja zêde ke ser r'ojêd p'adşê, salêd wî dirêj ke ser gelek nisila.

[7] Bira ew h'eta-h'etayê ber Xwedê ser t'ext be, t'emîyê bide r'e'm û r'astîyê ku wî xwey kin.

[8] Awa ezê h'eta-h'etayê bistirêm eşqî navê Te û her r'oj ad-qirarêd xwe bînime sêrî.

Zebûr — Chapters