Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 127

Listen to this chapter • 0:57

[1] Heger Xudan malê çêneke, badîhewa avakir dixebitin. Heger Xudan bajêr xwey neke, badîhewa nobedar bêxew dimîne.

[2] Badîhewa hûn zû ji xewê r'adibin û dereng hûn p'al didin, r'adizên, nanê xwe jî k'esirî dixwin. Xewêda jî Xudan dide delalêd Xwe .

[3] Ewled p'êşk'êşêd Xudan in, berê zika dayîna Wî ye.

[4] Çawa tîr destê mêrê mêrxasda, usa jî zar' cahiltîya bavêda.

[5] Xwezî li wî merivî, ku tîrdanga wî wan yekava t'ijî ye. Gava li ber dergê dîwanê , t'evî dijmin xeber de, hingê ewê şermî nebe.

Zebûr — Chapters