Zebûr 18
[1] Ya Xudan, ez Te h'iz dikim, qewata min!
[2] Xudan e zinarê min, kela û xilazkirê min, Xwedêyê min, qeyayê min, ez xwe didime bin sîya Wî. Ew e mert'al, stirûyê xilazbûnê û sit'argeha min.
[3] Hewara xwe Xudanê xweyîpesin tînim û ji destê neyara ez xilaz dibim.
[4] Xumama mirinê ez girtim, lêyîyêd wêranê ez r'oda birim.
[5] Zincîrêd gor'istên li min welîyan û t'elekêd mirinê pêşîya min girtin.
[6] Tengasîya xweda min gazî Xudan kir, hewar-gazîya xwe Xwedê xwe kir. Ewî ji P'aristgeha Xwe bihîst dengê min, gihîşte guhê Wî ew zarînîya min.
[7] Hingê e'rd lerizî û h'ejîya, h'îmê ç'îya derizîn û leqîyan, çimkî Xudan r'akiribû hêrsa Xwe.
[8] Ji bêvilêd Wî dû jê k'işîya, ji devê Wî agir-alav, k'ûrêd êgir ji Wî pekîyan.
[9] E'zman tewand Ew hat jorda, e'wrê r'eş bû bin p'îyada.
[10] Xêrûb sîyar bû û fir'î, ser baskêd bê Ew sililî .
[11] Te'rîstan Xwer'a kire orxan, avêd te'rî, t'ev e'wrêd e'zman her çar alîyava Jêr'a bûn xan.
[12] Ji şewqa Wî, teyrok, birûsk e'wrêd Wîva derbaz bûn çûn.
[13] Xudan e'zmênda birq veda, bi teyrok û birûskê Yê Herî Jorin deng veda.
[14] Tîrêd Xwe avîtin, neyar bela kirin, birûsk şandin, ew t'evîhev kirin.
[15] Binê be'ra hatine dîtinê û h'îmê dinyayê hate k'ifşê, Xudano, ji wê hilatina Te, gava derk'et bayê bêvila Te.
[16] Ewî jorda dest avîte min û ez girtim, ji k'ûrayêd ava ez derxistim.
[17] Ez ji destê neyarê minî zor xilaz kirim, ji yêd dijenîyane min, ku ji min zortir bûn.
[18] R'oja oxirmê giranda wan girt pêşîya min, lê belê Xudan bû piştovanê min.
[19] Ez derxistime fireyê xilaz kirim, çimkî Ewî ez begem kirim.
[20] Weke r'astîya min Xudan da min, ez xelat kirim, weke paqijîya destê min.
[21] Çimkî r'îyêd Xudan min xwey kirin, neheqî nekir, ji Xwedê xwe dûr nek'etim.
[22] Çimkî ber min bûn h'emû qirarêd Wî û min xwe dûr nexist ji qanûnêd Wî.
[23] Ez li ber Wî bêlek'e bûm neheqîyêda h'evzek'ar bûm.
[24] Lema Xudan da min, weke r'astîya min, ku dîna xwe dide paqijîya destê min.
[25] Tu aminar'a amin î, bêqusûrar'a bêqusûr î.
[26] Paqijar'a paqij î, h'ilek'arar'a didî weke kirê wî.
[27] Çimkî tayê merivêd k'etî Tu yî, lê ç'e'vê k'ubar-babax nimiz dikî.
[28] Belê, yê ç'ira min vêdixe Tu yî, Xudan Xwedê şeva min dike r'onayî.
[29] Pê Te ez h'icûmî ser ordîyê dikim û pê Xwedêyê xwe ser sûrar'a banzdidim.
[30] R'îya Xwedê k'amil e, gotina Xudan xalis e, Ew mert'al e bona her kesê Wîda sit'ar e.
[31] Belê k'î ye Xwedê, pêştirî Xudan? Yan k'î ye Qeya, xêncî Xwedê me?
[32] Xwedê ye, Yê ku min qewat dike û r'îya min bêxem dike .
[33] P'îyêd min dike, mîna p'îyêd kara xezalê û min cîyêd bilind dide sekinandinê.
[34] Destê min hînî şer'kirinê dike û zendêd min kevanê sifir ditewîne.
[35] Te mert'ala Xweye azadîyê da min, milê Teyî r'astê girt pişta min, berbihêrîya Te bû bilindbûna min.
[36] Fire didî avîtin Tu gavêd min, ku nelik'umin nigêd bin min.
[37] Pey neyar k'etim, xwe wanr'a gîhand, veneger'îyam h'eta k'oka wan qeland.
[38] Min e'rdê xistin û nikaribûn r'abin û ew k'etine bin p'îyêd min.
[39] Te bona şêr' piştek min da girêdan, ewêd ber min r'abûyî, ew kirine binê min.
[40] Te r'ev kire nav neyarêd min, k'oka peyk'etîyêd xwe min anî.
[41] Wan kir hewar, hewarî nehat, Xudan kirin hewar, lê Wî cab neda.
[42] Min ew hêran mîna t'oza ber bê, mîna h'er'îya k'ûçê wêda avîtin.
[43] Ji şer'-de'wêd cime'tê Te ez xilaz kirim, ser miletêd xerîb serwêr k'ifş kirim, miletêd minva nenas, bûne xulamêd min.
[44] Ça bona min bihîstin, wan guhdarî li min kir, xerîb ber min xwe ta kir.
[45] Qudûmê çokê xerîb şkestin, ji qesirêd xwe r'icaf derdik'etin.
[46] Xudan sax e, pesinê Qeyayê min bidin! Bira bilind be Xwedêyê azadîya min.
[47] Ew e Xwedêyê ku hildide h'eyfa min, milet jî kirine bin destê min,
[48] ez ji neyar xilaz kirim, ji xêrnexwazêd min bilindtir kirim û ji destê zulmdara azad kirim.
[49] Bona vê yekê, Xudano! Nav miletada ezê Te bilind kim, eşqî navê Te ezê bistirêm .
[50] Tu serk'etinêd mezin didî p'adşê Xwe, Tu amin î hindava k'ifşkirîyê Xwe, Dawid û zur'eta wîr'a h'eta h'etayê.