Zebûr 141
[1] Ya Xudan! Ez gazî Te dikim, zû hewara min were, guh bide dengê min, gava ez gazî Te dikim.
[2] Bira duayê min mîna bixûrê li ber Te bê qebûlkirinê, destê xwe jî ku bilind dikim, bibe mîna dîyarîya êvarê .
[3] Ya Xudan, nobedar bide li ber devê min û dergehê devê min Tu xwey ke.
[4] Nehêle dilê min pey xirabîyê k'eve, wekî ez t'evî kirê neheqa nebim, tiştêd xirab nekim, xwarinêd wane xweş te'm nekim.
[5] Bira yê r'ast min şîret ke, ew yek şîrinayî ye, bira min hilê, ew yek r'ûnê xas e û bira serê min t'exsîr neke, lê duayêd min, miqabilî kirê merivêd xirab e.
[6] Gava serwêrêd wan zinarada bik'evin, hingê ewê gotinêd min fe'm bikin, ku xweş in.
[7] Çawa e'rdê r'akirîyî, r'êz-r'êz kirî qelaştî, hestûyêd wanê jî ber devê gor'ê bela-belayî bin.
[8] Lê belê, Xudan Xweyo! Ç'e'vê min li Te ye, Tu yî gumana min, min ji ber Xwe nevêje.
[9] Tu min ji wan t'elêd bona min hazirkirî û qeydêd wane ku neheqîyê dikin xwey ke.
[10] Nep'akê xwexa bik'evine t'or'a xwe, lê ezê derbaz bim her'im.