Zebûr 28
[1] Ez hewara xwe Te datînim, Xudano! Qeyayê min, hêna minda bêdeng nemîne! Hindava minda Xwe ker' neke, ku nebime mîna yê dik'evine gor'ê.
[2] Bibihê dengê zarînîya min, gava ez hewara xwe Te datînim, dest berbir'î P'aristgeha Te dikim.
[3] Min nede r'êza nep'aka, neke t'evî wan neheqa, ku zarxweş in hevalar'a, lê xirab in dilê xweda.
[4] Weke kirêd wan bide wan, anegorî wan xirabîyêd wan, weke kirinêd bi destê wan, ser bela xwe bira ew vebin.
[5] Çimkî ewan kirinêd Xudan, ser kirê destê Wî nafikirin. Ewê wan wêran ke, ava neke.
[6] Şikir ji Xudanr'a, ku Ewî bihîst zarînîya min.
[7] Xudan qewat û mert'ala min e, dilê min Wîda guman bûye, hingê min stand jê k'omeke, dilê min k'etê şabûne, pesinê Wî bidim bi stirane.
[8] Xudan e qewata cime'ta Xwe, sit'ara azadîya bijartîyê Xwe.
[9] De cime'ta Xwe xilaz ke û warê Xwe bimbarek ke, Tu şivantîyê li wan bike û t'imê wan hilgire.