Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 1

Listen to this chapter • 0:48

[1] Xwezî li wî bendeyî, ku ber bayê nep'aka nak'eve, xwe li r'îya gunek'ara nagire û civata berzeqada r'ûnanî.

[2] Lê şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û r'oj ser wê hînkirinê k'ûr difikire .

[3] Ewî mîna wê dara devê ava ye, ku we'dê xweda berê xwe dide, belgê li ser naç'ilmise, çi jî dixwaze mîyaser dibe.

[4] Lê nep'ake ne usa ne, ewe mîna paç'a kayê ne, ku ba lê dixe dajo dibe.

[5] Lema nep'akê ber dîwanê teyax neke, neheqê jî civata r'astada nesekine.

[6] Çimkî ç'e'vê Xudan ser r'îya r'asta ye, lê r'îya nep'aka wê ber wan unda be.

Zebûr — Chapters