Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 65

Listen to this chapter • 1:44

[1] Xwedêyo, Sîyonêda Tu hêjayî pesina yî, emê ad-qirarêd Ter'a dayî bînin sêrî.

[2] Tu ku dua dibihêyî, her merivê berbi Te bê.

[3] Kirêd bêolîtîyê li ser me giran bûne, k'ewa neheqîyêd me Tu didêyî.

[4] Xwezî li wî ku Tu dibijêrî û nêzîkî Xwe dikî, ku ew h'ewşêd Teda bimîne. Emê ji xêr-berek'eta Mala Te, ji P'aristgeha Teye pîroz t'êr bin.

[5] Tu bi kirêd saw me azad dikî, Xwedêyê azadîya me, caba me didî, gumana yêd h'emû qulba û welatêd wî berî be'ra.

[6] Bi qewata Xwe ç'îya-banî ava kirine û qudretêva wergirtî ye.

[7] Tu dengê be'ra, xuşînîya pêla û qalme-qalma mileta diseqir'înî!

[8] Yêd serêd dinyayê ku dimînin ji nîşanêd Te xof dikin, r'ohilat û r'oavayê Tu şa dikî.

[9] Ç'e'vê Te ser e'rdê ye, Tu wê av didî, dewlemend dikî. Ç'emê Xwedê lêvar'a ye. Tu genim mêrivr'a hazir dikî, çimkî Te aha qirar kirîye.

[10] Tu cêrgêd wê av didî, ç'e'l-ç'ûlêd wê r'ast dikî, Tu pê barana wê nerm dikî û dua şînaya wê dikî.

[11] Tu xêr-berek'eta xweva salê dixemilînî, p'êgehêd Xweva xêr û xiznê dibarînî.

[12] Deştêd ber'îê k'im-k'imî ne û çîya-banî şabûnêva xim-ximî ne.

[13] Mêrg û çîman ew kerîyava wergirtî ne, deşt û newal ew gênimva nixamtî ne, bi eşq û şa bi stiranî deng hilîne.

Zebûr — Chapters