Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 114

Listen to this chapter • 0:51

[1] Gava Îsraêl ji Misirê derk'et, mala Aqûb ji nav cime'ta zimanê xerîb.

[2] Cihûda bû pîrozgeha Wî, Îsraêl jî h'ukumetîya wî.

[3] Be'rê ev yek dît û r'evî, Ûrdun şûnda veger'îya.

[4] Ç'îya mîna berana banzdan, gir jî mîna berxa r'icifîn.

[5] Çi bû ter'a, hey be'rê, ku r'evîyî û Ûrdunê ku tu şûnda veger'îyayî?

[6] Çima ç'îyano we mîna berana banzda, hûn gir jî mîna berxa r'icifîn?

[7] E'rdo ji dîndara Xweyî bilerize, ji dîndara Xwedêyê Aqûb,

[8] ku Ew qeyê dike gola avê, cîyê kevirî kanîya avê.

Zebûr — Chapters