Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 140

Listen to this chapter • 1:32

[1] Ya Xudan, ji merivê xirab min xilaz ke û ji yê zulmdar Tu min xwey ke.

[2] Ew dilê xweda xirabîyê dişêwirin û her r'oj şer'a t'evr'adikin.

[3] Mîna me'ra zimanê xwe tûj dikin, je'ra me'rê teyar bin lêvêd xweda xwey dikin . (Sela)

[4] Ya Xudan, h'evza min ji nep'aka bike û ji yê zulmdar Tu min xwey ke, ewê ku şêwir dikin, nig bavêjine ber min.

[5] K'ubara bona min qeyd û şirît veşartin, t'or' r'axistine ser r'ê, t'ele danîn bona min. (Sela)

[6] Min gote Xudan: «Tu î Xwedê min», ya Xudan, dengê hêwarza min bibihê!

[7] Xudan Xweyo, qewata azadîya min! Sîya serê min î, r'oja şêr'da.

[8] Ya Xudan, xwestinêd nep'aka neynî sêrî, fikirêd wane xirab wanr'a li hev neynî, ku ew nekin k'ubarî. (Sela)

[9] Bira neyarêd dora min ser nek'evin, gef-gur'îya wan bê serê wan.

[10] Bira şelê agir ser wanda bibare, wan bavêje bîrêd k'ûr, ku ew îdî r'anebin.

[11] Bira cîyê buxdanbêj dinyayêda t'une be, bira xirabîya wî bibe t'or', wî unda ke.

[12] Zanim Xudan berê Xwe dide belengaza, dîwanêda k'esîbar'a heqîyê dike.

[13] E'se bêsûcê şikirîyê bidine navê Te û r'astê li ber ç'e'vê Te bidebirin.

Zebûr — Chapters