Zebûr 132
[1] Xudan, Tu Dawid bîr bîne t'evî h'emû cefayêd wî,
[2] çawa wî Xudanr'a sond xwar û Zorê Aqûbr'a ad-qirar kir.
[3] «Ezê nig nevêjime şêmîka xwe , nak'evime nava cî-nivînê xwe,
[4] xewê nekime ç'e'vê xwe, neynim ser hev bijangêd xwe,
[5] h'eta nebînim cîkî Xudanr'a, cî-warekî Zorê Aqûbr'a».
[6] Me bihîst bona Sindoqê Efrat'êda û me ew dît nava deşta Yaharêda.
[7] «Werin em bik'evin cî-warê Wî û serê xwe daynin li ber nigêd Wî».
[8] R'abe, Xudan, warê r'ih'etîya Xwe, Tu û Sindoqa Zorayîya Xwe.
[9] K'ahînêd Te bira r'astîyê xwe kin û aminêd Te bira eşq û şa bin.
[10] Bide xatirê Dawidê xulamê Xwe, berê Xwe neguhêze ji k'ifşkirîyê Xwe.
[11] Xudan r'astî Dawidr'a sond xwar, Ewê sondê Xwe înk'ar neke: «Ezê yekî derxim ji bedena te, bidime r'ûniştin ser k'ursîya te .
[12] Heger peyman û gotinêd Min ewledêd te biqedînin, k'îjana Ezê wana hîn kim, hingê ewledêd wan jî ser k'ursîya te h'eta-h'etayê wê r'ûnên».
[13] Çimkî Xudan Sîyon bijart, xwest ku Xwer'a bike cî-war.
[14] «Ev e warê r'ih'etîya Mine h'eta-h'etê. Ezê vir bim, çimkî eva Min begem kir.
[15] Xurekêd wê Ezê serda bir'êjim, k'esîbêd wê Ezê pê nên t'êr kim.
[16] Ezê k'ahîna xilazbûnêva wergirim û aminêd wê Ezê eşq û şa kim,
[17] Dawidr'a wir strûkî bidime derxistinê û ç'irê saz kim bona k'ifşkirîyê Xwe.
[18] Ezê şermê li dijminêd wî wergirim, lê t'acê li serê wî wê gul de û biç'irûse ».