[1] Ev in meselêd Silêman p'adşê Îsraêlêyî kur'ê Dawid.
[2] Bona ku serwaxtîyê û şîreta bizanibin, gotinêd bîlana fe'm bikin,
[3] şîretêd serwaxtîyê, r'astîyê, qirarê û heqîyê qebûl kin,
[4] ku firasetê bidine dilsaxa, zanebûnê û aqil bidine cahila,
[5] wekî yê serwaxt bibihê hê zanebûna xwe zêde ke û yê bîlan hê r'ê-dirba ji hev derxe,
[6] ku mesela û me'na têderxistinoka, k'êlimêd zaneya û fikirêd wan fe'm bike.
[7] Serê serwaxtîyê xofa Xudan e, t'enê yê bêh'iş qedirê bîlanîyê û şîretê nizane.
[8] Lawê min, şîreta bavê xwe qebûl ke û hînkirina dîya xwe p'êpes neke.
[9] Çimkî ewê çawa k'ofîya r'ewş-k'eremê li serê te bin û morî-mircan stûyê teda.
[10] Lawê min! Gava yêd gunek'ar bixwazin te ji r'ê derxin, tu guh nede wan.
[11] Heger bêjin: «T'evî me were em bona kuştinê te'lde çêkin, cîyê bêsebeb xwe li merivê bêsûc bitelînin,
[12] mîna dîyarê mirîya em saxe-sax wan h'ûfî xwe kin, mîna gor'istên ku çawa mirîya dadiqurtîne.
[13] Her cûr'e xêr-xizne em xwer'a bibin û malê xwe bi t'alênva t'ijî kin,
[14] were tu jî p'eşka xwe bavêje nava me, k'îsikê me h'emûya bibe yek».
[15] Lawê min! T'evî wan wê r'êyêda neçe, nigêd xwe ji şiver'îyêd wan paşda bigire.
[16] Çimkî nigêd wan ber bi xirabîyê dibezin û xûnr'êtinêr'a dilezînin.
[17] Lê belê badîhewa t'or' tê avîtinê li ber ç'e'vê teyreda,
[18] lê evana dibine bayîsê xûna xwe, bona kuştina xwe xwe ditelînin.
[19] Ev e r'îya wan merivêd ku ç'e'vê wan hebûka xelqê ye, ev yek dibe r'uh'istînê wan.
[20] Serwaxtî k'ûçada dike gazî, meydanada dengê xwe bilind dike.
[21] Ew cîyê qalme-qalma civata mixulqetada dike dengî, li ber dergehê bajêr gotina xwe dibêje:
[22] «Gelî bêh'işa, h'eta k'engê hûnê bêh'işîyê h'iz bikin? H'eta k'engê qerfê li qerfkira xweş bê? Û axmaxê bijenine zanistîyê?
[23] Berê xwe bidine şîretêd min, ezê r'uh'ê xwe li ser weda bir'êjim, gotinêd xwe li we bidime fe'mkirinê.
[24] Ez gazî we dikim hûn nabihên, destê xwe dirêjî we dikim kesekî guhdar t'une,
[25] lê şîretêd min davêjine pişt guhê xwe û hilatina min qebûl nakin.
[26] Ezê jî li ser k'etina we bik'enim, dilê xwe li we şa kim, gava tirs-xof li ser weda bê,
[27] çaxê zarîn û tengasî bê serê we, gava tirs-xof mîna te'vîya teyrokê we bînfişkî ke û çawa firtone li ser weda bigire.
[28] Hingê wê gazî min kin lê ezê cabê nedim, ewê demana minda bin, lê min nebînin.
[29] Çimkî vana jenande zanistîyê û xofa Xudan xwer'a nebijartin,
[30] şîretêd min qebûl nekirin, qerfê xwe h'emû hilatinêd min kirin.
[31] Lema jî ew gerekê berê e'melêd xwe bixwin û pê şêwirêd xwe t'êr bibin.
[32] Çimkî ji r'êk'etina bêh'işa wan dikuje û bêxemîya axmaxa wan unda dike.
[33] Lê yê guh dide min wê sax-silamet bijî û ji sawa xirabîyê t'evhev nebe».