Zebûr 69
[1] Min xilaz ke Xwedê, av gihîştîye qir'ika min.
[2] Ez ç'im-ç'imêda xurpişîme, cîyê nigê xwe bavêjim t'une, k'etime k'ûraya avê, pêlêd ava ez r'oda birim.
[3] Ji hewar-gazîyê ez westîya me, gewrî li min ziha bûye, ç'e'vê min li r'îya Xwedê qer'imîye.
[4] Cîyê amî-t'am peyk'etîyêd min ji p'or'ê serê min ze'ftir in . Dijminêd mine derewîn, xwe girtine ku min unda kin. Tiştê ku min t'alan nekirîye, dikin ku ez veger'înim.
[5] Xwedêyo! Bêh'işîya min Tu zanî û guneyêd min ji Te veşartî nînin.
[6] Bira r'ûyê minda yêd Teda guman şermî nebin, ya Xweyî, Xudanê Ordîya. Bira r'ûyê minda yêd Te diger'in, r'ezîl nebin, ya Xwedêyê Îsraêlê.
[7] Ez bona Te bêhurmetîyê sebir dikim û şerm r'ûyê min dinixême.
[8] Biratîya xwer'a ez bûme xerîb, kur'êd dîya xwer'a jî bûme nenas.
[9] Xîreta hindava Mala Teda agir min xist , qarêd yêd qara li Te dikin têne serê min .
[10] Ez ku digirîm r'ojî digirim, ev yek dibe qara serê min.
[11] Dewsa k'inca min k'urx xwe kir, wanr'a bûme mesela gotî.
[12] Bûme gote-gota devê cime'tê û stirana devê k'êfxweşa.
[13] Lê ez hewara xwe Te datînim, ya Xudan. Dema xwestina Te, Xwedêyo, bi h'uba Xweye mezin, caba min bide, min xilaz ke, bide xatirê aminîya Xwe.
[14] Min ji h'er'îyê derxe ku ez têda neçim, ji peyk'etîyêd xwe û avêd k'ûr xilaz bim.
[15] Bira pêlêd ava min r'oda nebin û bêbinî bira min danequrtînin, qunî jî devê xwe ser min negirin.
[16] Min bibihê, Xudano, çimkî h'uba Te şîrin e, anegorî dilşewatîya Xwe ser minda binihêr'e.
[17] Berê Xwe ji xulamê Xwe neguhêze, ez tengasîyêda me, min zû guhdar be.
[18] Nêzîkî nefsa min be û wê xilaz ke, e'ynatî neyarêd minr'a min azad ke.
[19] Tu zanî bêhurmetbûna min, şerm û r'obetbûna min, h'emû peyk'etîyêd min Teva e'yan in.
[20] Bêhurmetîyê dilê min şkênand, kirime xweyê derd-kula, hîvîya baristanîyê bûm, lê min nedît, yek t'unebû dil bida ber min.
[21] Dewsa xwarinê je'r didan min, dewsa avê jî sirke didan .
[22] De bira sifira wan li ber wan bibe t'elek xêrxwazêd wanr'a jî bibe t'or'.
[23] Bira ava r'eş bê ser ç'e'vêd wan, nebînin û pişta wan her t'im bike li ber wan .
[24] Xezeba Xwe li ser wanda bibarîne, agirê hêrsa Te wan bigire.
[25] Hêwargehêd wan wêran bin û konêd wanda kesek nemîne .
[26] Çimkî Te k'îjanî xistîye, ew pey wî k'etine, ser êşa birîndarê Te gilî-gotina dikin.
[27] Neheqîyê ser neheqîya wanda zêde ke, ku ew negihîjine heqîya Te.
[28] Bira navêd wan ji k'itêba jîyînê r'esît bin û t'evî r'asta neyêne nivîsarê .
[29] Lê belê ezî şkestîyî dilê kul im, Xwedêyo, bira azadîya Te minr'a bibe piştovan.
[30] Ezê pesinî navê Xwedê bistirêm, Wî bilind kim, şikirîyê bidimê.
[31] Ev yekê hê Xudan xweş bê, ne ku ga û canegayê xweyîstrûyî xweyîsim.
[32] T'engezarê bibînin û şa bin. Hey Xwedêh'eyra, dilê weyê jî serxweda bê.
[33] Çimkî Xudan belengaza guhdar dibe û pişt nade cime'ta Xweye hêsîrtîyêda.
[34] Bira e'rd û e'zman pesinê Wî bidin, be'r û h'emûyêd ku navda dimînin.
[35] Çimkî Xwedê wê Sîyonê xilaz ke, bajarêd Cihûda dîsa ava ke, wê li wir bihêwirin û wêda jî cî-war bin.
[36] Zar'êd xulamêd Wî, wê li wir war bin û h'izkirîyêd navê Wî wêda bimînin.