Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 119

Listen to this chapter • 17:43

[1] Xwezî li yêd r'êdaye bêlek'e, ku hînkirina Xudanda dijîn.

[2] Xwezî li yêd t'emîyêd Wî xwey dikin û bi t'emamîya dilê xwe li Wî diger'in.

[3] Ewana neheqîyê nakin, lê r'îyêd Wîda dimeşin.

[4] Te e'mir kir ku qanûnêd Te bi guhdarî bêne qedandin.

[5] Xwezî r'îyêd min r'ast bûna, min qanûnêd Te xweykirana.

[6] Ezê hingê t'u car şermî nebim, gava ç'e'v bidim h'emû e'mirêd Te.

[7] Bi dilê r'ast ezê pesinê Te bidim, gava qirarêd Teye heq ez hîn bim.

[8] Ezê xwey kim qanûnêd Te. Tu lap dest ji min nek'işîne. BÊT'

[9] Cahil çawa dikare r'îya xwe paqij xwey ke? Gava pê xebera Te miqatîyê li xwe bike.

[10] Ez bi dil û can Te diger'im. Nehêle ku ez ji e'mirêd Te bixalifim.

[11] Sozê Te dilê xweda xwey dikim, wekî li ber Te ez gune nekim.

[12] Xudano! Tu xweyîpesin î, Qanûnêd Xwe Tê min hîn kî.

[13] Ez h'emû qirarêd devê Te dikime dengî bi zarê xwe

[14] Ez şa dibim r'îya t'emîyêd Teda, çawa nava her xêr û xiznêda.

[15] K'ûr difikirim ser qanûnêd Te, dîna xwe didime r'ê-dirbêd Te.

[16] Bi qanûnêd Te ez şa dibim, xebera Te t'u car bîr nakim. GÎMÊL

[17] Bike qencî xulamê Xwer'a, ku ez bijîm xebera Ter'a.

[18] Li min veke Tu van ç'e'va, wan k'eremetêd hînkirina Xwer'a.

[19] Ez r'êwî me li ser e'rdê, e'mirêd Xwe neke pişt p'er'dê.

[20] Ez h'elîyame û maşîyame, her gav demana qirarêd Te me.

[21] Tu k'ubarêd nifir'kirî hiltêyî, yêd ku ji e'mirêd Te xalifîne.

[22] Nav-nûçikêd wan ji ser min hilde, çimkî ez xwey dikim wan t'emîyêd Te.

[23] Serwêr r'ûdinîn miqabilî min dikin xeybe, Lê qûlê Te ser qanûnêd Te k'ûr difikire.

[24] T'emîyêd Te şabûnêd min in ew se'vî-şîretk'arêd min in. DALÊT'

[25] Jîyîna min bûye ax-xwelî anegorî xebera Xwe Tê min sax kî.

[26] R'îyêd xwe Teva kirine e'yan Te cab da, Tu bîlan ke min wan qanûnêd Xweda.

[27] Ber min veke Tu wan r'îya qanûnêd Xwe, ezê k'ûr bim li ser wan k'eremetêd Te.

[28] Ji k'eserê ez dih'elim-dimaşim, gor gotina Xwe bike ku ez qewîn bim.

[29] R'îya derewîyê ji min dûr xe û hînkirina Xwe p'êşk'êşî min ke.

[30] Min r'îya r'astîyê danî ber xwe û qirarêd Te dane pêşîya xwe.

[31] Ez bûme maşoq t'emîyêd Ter'a, Xudan, min nede qarê şermêr'a.

[32] Ezê bibezim r'îya e'mirêd Teda, gava zêde kî min aqilda. HÊ

[33] R'îya qanûnêd Xwe min hîn ke, Xudan, h'eta ez xweş bim ezê xwey kim wan.

[34] Min serwaxt ke, hînkirina Te ez xwey kim û bi t'emamîya dilê xwe wê biqedînim.

[35] Min bike wê şiver'îya e'mirêd Xwe, ku wanda deman û h'eyran im ez bi xwe.

[36] Dilê min qayl ke t'emîyêd Xwer'a, ne ku hebûkêva bêm girêdanê.

[37] Ç'e'vê min xwey ke ji boş-betalîyê û r'îya Xweda Tu min bide jîyanê.

[38] Qedîm ke sozê Xwe bona qûlê Xwe, bona wî e'vdê ku ji Te xof dike.

[39] Ji wê qara jê ditirsim ser min hilde, çimkî qenc in qeyd-qirarêd Te.

[40] Ezî h'eyra qeyd-qanûnêd Te me, r'uh' bide ber min bi r'astîya Xwe. VAV

[41] Xudan, h'uba Te bira min bigire, xilazkirina Te jî weke sozê Te.

[42] Hingê caba p'êk'enîyêd xwe ezê bidim, çimkî xebera Teda ez guman im.

[43] Xebera r'astîyê ji devê min kêm neke, çimkî nefsa min qirarêd Teda guman e.

[44] Hînkirina Te ezê xwey kim ji her-heyê û her t'im.

[45] Firêqetîyêda ezê her'im, çimkî qanûnêd Te ez diger'im.

[46] Pêş p'adşêva t'emîyêd Te ezê bêjim, t'u car ezê qet venek'işim.

[47] E'mirêd Ter'a ezê şa bim, k'îjana ku ez h'iz dikim.

[48] Destê xwe dirêjî e'mirêd Teye h'izkirî dikim û li ser qanûnêd Te k'ûr difikirim. ZAYN

[49] Bîr bîne sozê Te da qûlê xwe, Te kir ku wê bikime gumana xwe.

[50] Tengîyêda ew e bîna ber min, çimkî sozê Teye saxîya min.

[51] Gelekî dik'enin ser min k'ubar, lê ji hînkirina Te ez naçim berwar.

[52] Xudano, qirarêd Teye her-t'im ez bîr tînim baristan dibim.

[53] Boy nep'aka agir dide serê min, ku dibînim hînkirina Te dihêlin.

[54] Qanûnêd Te minr'a bûne stiranî, Li wî warê minî firarî.

[55] Şevê navê Te ez bîr tînim, Xudano, hînkirina Te xwey dikim.

[56] Ew p'eşk k'ete p'ara min, çimkî qanûnêd Te xwey dikim. H'ÊT'

[57] Milk'ê p'ara min, Xudan e, sozê min xebera Te kirin e.

[58] Bi dil dikim van r'eca ye, bike r'e'mê gor soza ye.

[59] Ez fikirîm ser r'îyêd xwe t'emîyêd Teda kir gavêd xwe.

[60] Dilezînim, derengî naxim, ku e'mirêd Te biqedînim.

[61] T'or'ê nep'aka dor min girtin, lê hînkirina Te bîr nekir min.

[62] Nîvê şevê ez r'adibim, boy qirarêd Teye r'ast pesin didim.

[63] Ez hogirê xofk'êşêd Te me, ku xwey dikin qanûnêd Te.

[64] T'ijî ye dinya h'uba Teva Xudan minva veke qanûnêd Xwe. TÊT'

[65] Te qencî kir li qûlê Xwe, Xudan weke gotina Xwe.

[66] Zanebûn, serwaxtîya qenc min hîn ke, çimkî bawerîya min ser e'mirêd Te ye.

[67] H'eta ser bela xwe ez venebûm dixalifîm, lê niha xebera Te ez xwey dikim.

[68] Tu qenc î û qencî ji Te dibare, qanûnêd Xwe Tu min hîn ke.

[69] K'ubar şer'a min dikin gilî, lê ez şîretêd Te xwe dikim xweyî.

[70] Mejûyê wan mîna don qer'imî ye, lê hînkirina Te minr'a eşq û şayî ye.

[71] Qenc bû ku ser bela xwe vebûm û qanûnêd Te ez ser vebûm.

[72] Minr'a hînkirina ji devê Te ji h'ezar zêr' û zîvî çêtir e. YOD

[73] Destêd Te ez xuliqandim û çêkirim, min serwaxt ke ku e'mirêd Te ez hîn bim.

[74] Xofk'êşêd Teyê min bibînin û şa bin, bona wê yekê ku sozê Teye gumana min.

[75] Zanim Xudan, qirarêd Te bi r'astîyê ne, weke aminîya Xwe ber bêvila min derxistine.

[76] Bira aminîya Te bibe minr'a baristanî, weke wî sozê qûlê Xwer'a Te dayî.

[77] R'e'ma Te bira ser minda bê ez bijîm, çimkî hînkirina Ter'a xweş bengizîm.

[78] Bira k'ubarêd buxdana min dikin şermî bin, lê qanûnêd Teda nin k'ûr fikirêd min.

[79] Bira veger'in ser minda bên xofk'êşêd Te û ew kesêd ku nas dikin wan t'emîyêd Te.

[80] Dilê min bira qanûnêd Teda bêlek'e be, ku nefsa min wê yekêda şermî nebe. K'AF

[81] Ez dih'elim ji dest h'eyra azadîya Te, min guman danîye li ser wê xebera Te.

[82] K'erbî xebera Te k'orda çûne ç'e'vê min û dibêjim: «K'engê Tê bikî baristanîya min?»

[83] Ez bûm mîna e'yarê nav dûda, lê qanûnêd Te min ber'neda.

[84] Qûlê Teyê çiqasî hîvîya Te be? Dîwana peyk'etîya wê k'engê ji Te be?

[85] K'ubara bona min ç'e'l k'olaye, ku ne li gora hînkirina Te ye.

[86] H'emû e'mirêd Te aminî ne, hewar! Ew cîyê amî-t'am pey min k'etî ne!

[87] Hindik mabû ez ser dinê nehiştama lê min qeyde-qanûnêd Te yek ber'neda.

[88] Weke h'uba Xwe min nûyejîyîn ke, ezê jî xwey kim t'emîyêd devê Te. LAMÊD

[89] Xudano, xebera Te h'eta-h'etayê ye, ew e'zmênda qewîn-qedîm e.

[90] Aminîya Te qur'ne-qur'ne dimîne, Te dinya ava kir, ew qewîn sekinîye.

[91] Weke qirara Te ew h'eta îro sekinîne, çimkî ew h'emû jî xizmetk'arêd Te ne.

[92] Heger hînkirina Te şabûna min nîbûya, ezê zûva me'rimîya xweda unda bûma.

[93] H'eta sax im ez bîr nakim qanûnêd Te, çimkî bi wan Tu min didî jîyane.

[94] Ez p'ara Te me, min xilaz ke, çimkî diger'im ez qanûnêd Te.

[95] Nep'ak hîvîyê ne min unda kin, lê t'emîyêd Teda ez k'ûr dibim.

[96] Min dît ku axirîya her tiştî heye, lê belê e'mirê Te bêaxirî ye. MÊM

[97] Hînkirina Te çiqasî ez h'iz dikim! T'emamîya r'ojê ez ser wê difikirim.

[98] E'mirêd Te min ji neyara serwaxttir dikin, çimkî her t'im ew t'evî min in.

[99] Ez ji h'emû dersdarêd xwe bîlantir bûme, çimkî fikirêd min ser t'emîyêd Te ne.

[100] Ji kalemêra aqiltir bûme, çimkî xwey dikim qeyde-qanûnêd Te.

[101] Ez nigêd xwe ji r'îya xirab dûr dixim, wekî xebera Te ez biqedînim.

[102] Ez ji qirarêd Te dûr nak'evim, çimkî Tu yî dersdarê min.

[103] Xebera Te çiqas şîrin e gewrîya minda, ew ji hingiv zêdetir e devê minda.

[104] Bi qanûnêd Te zanebûnê ez dest tînim, lema ku ez her r'îya derew dijenim. NÛN

[105] Xebera Te ç'ira gavêd min e û r'onaya şiver'îyêd min e.

[106] Min sond xwarîye, ezê bînim sêrî, ku qirarêd Teye r'ast bînime cî.

[107] Xudan min gelek tengasî k'işandin, weke xebera Xwe r'uh' bide ber min.

[108] P'êşk'êşêd bi dil ji devê min qebûl ke û qirarêd Xwe Tu li min hîn ke.

[109] Ez her gav ber hêşîya mirinê me, lê hînkirina Te min bîr nekirîye.

[110] Nep'aka bona min t'elek danîne, lê ez ji qeyde-qanûnêd Te nexalifîme.

[111] T'emîyêd Te warê minî h'eta-h'etayê ye, çimkî ewe dilê minda weke şayîyê ye.

[112] Min qirar kir, qanûnêd Te xwey kim, ji her-heyê h'eta xilazîyê. SAMÊX

[113] Yêd dudilî r'eş in ber ç'e'vê min lê hînkirina Te ye h'uba dilê min.

[114] Tu yî sit'ar, mert'ala min, xebera Te ye gumana min.

[115] Hey xirabno, ji min dûr k'evin, ku e'mirêd Xwedêyê min bên xweykirin.

[116] Gor sozê Xwe stûn be minr'a, ezê bijîm, neke ku ez gumanêda şermî bim.

[117] Piştovanê min be, ezê xweykirî bim û her t'im qanûnêd Teda ezê agadar bim.

[118] Tu yêd ji qanûnêd Te dixalifin davêjî, çimkî h'ilek'arîya wanda heye boş-betalî.

[119] Nep'akêd dinê bona Te h'emû mîna bîso ne, lema t'emîyêd Te, ew bona min h'uba dila ne.

[120] Ji sawa Te ez ser hevda dilerizim, ji qirarêd Te ez ditirsim. E'YN

[121] Min heqî û r'astî kirin, min nede destê zordarêd min.

[122] Sozê açixiyê bide qûlê Xwe, ku yê k'ubar ew nikaribe zordar be.

[123] Ç'e'vê min qer'imîn hîvîya azadîya Te me, hîvîya xebera r'astîya Te me.

[124] Qûlê xwer'a weke h'uba Xwe bike û qanûnêd Xwe Tu min hîn ke.

[125] Ez xulamê Te me, aqil bide min, ku t'emîyêd Te minva bên nas kirin.

[126] Îdî wextê kirina Xudan e, çimkî hînkirina Te t'er'ibandine.

[127] Lê belê ew h'izkirina e'mirêd Te, minr'a ji zêr' û ji zêr'ê xalis çêtir e.

[128] Lema ez r'ast xwe li h'emû qanûnêd Te digirim, lê ji h'emû r'îyêd derew ez die'nirim . P'Ê

[129] T'emîyêd Te h'eyre h'ujmek'ar in, lema ez xwe wanr'a dikim h'eyran.

[130] E'yanbûna xebera Te r'onayî dike, ew merivêd sade serwaxt dike.

[131] Devê xwe vedikim k'eser tê min, e'mirêd Te ne bîna ber min.

[132] Dîna Xwe bide min, min were r'e'mê, weke e'detê Xwe, boy maşoqêd navê Xwe.

[133] Xeberêd Xweda Tu gavêd min bişidîne, h'ukumê xirabîyê bira li ser min nemîne.

[134] Min xilaz ke ji zordara, ezê biqedînim qeyde-qanûna.

[135] Sifetê Xwe gul de ser qûlê Xwe, min hîn bike qeyd-qanûnêd Xwe.

[136] Ç'emêd ava ji ç'e'vêd min dik'işin, çimkî meriv hînkirina Te xwey nakin. TSADÊ

[137] Tu ser r'astîyê yî, Ya Xudan û qirarêd Te r'aste-r'ast in.

[138] T'emîyêd Teye Te t'emî kirine, ew r'ast in û serê r'astîyê girtine.

[139] Xîreta min min dih'elîne, çimkî neyar gotina Te bîr nayîne.

[140] Sozê Te gelekî amin e û xulamê Te wî h'iz dike.

[141] Ez yekî nimizî bêqedir im, lê qanûnêd Te ez bîr nakim.

[142] Heqîya Te heqîya her-heyî ye û hînkirina Te r'astî ye.

[143] Derd û kul hatin serê min, lê e'mirêd Te ne, şabûna min.

[144] Heqîya t'emîyêd Te h'eta-h'etayê ye, Bona ku ez bijîm, min serwaxt ke. QOF

[145] Xudan, ez bi dil û can gazî dikim, min bibihê ku qanûnêd Te biqedînim.

[146] Min xilaz ke hewar dikim, ezê t'emîyêd Te biqedînim.

[147] Berbangê r'adibim dikim gazî, min gumana xwe xebera Te anî.

[148] Bedîlêd şevê ç'e'vê xwe vedikim û li ser sozê Te k'ûr difikirim.

[149] Min bibihê weke wê h'uba Xwe, Xudano, weke e'detê Xwe min sax ke.

[150] Yêd xwe neheqîyê girtine nêzîk dibin, wan ji hînkirina Te xwe dûr girtin.

[151] Lê Xudan Xwexa nêzîk e, h'emû e'mirêd Wî r'astî ne.

[152] Hê berêda ez t'emîyêd Te hîn bûme, h'eta-h'etayê Te ewana qedîm kirine. R'ÊŞ

[153] H'alê minda binihêr'e, min xilaz ke, çimkî bîr nakim ez hînkirina Te.

[154] Pişta heqîya min bigire, min azad ke, weke xebera Xwe Tu min sax ke.

[155] Ji yê nep'ak xilazbûn dûr e, çimkî qanûnêd Te ew nager'e.

[156] Ya Xudan, r'e'ma dilê Te gelek e, weke heqîya Xwe min sax xwey ke.

[157] Gelek in neyar û p'eyk'etîyêd min, lê t'emîyêd Te xwe dûr nexist min.

[158] Zivêr dibim ku dibînim r'êk'etîya wan nikaribû xebera Te cî banîya.

[159] Binihêr'e çiqas ez h'iz dikim qanûnêd Te, bike li gora wê h'uba Xwe, min xwey ke.

[160] Xeberêd Te t'emamîya xweva r'astî ne, h'emû qirarêd Teye heq, h'eta-h'etayî ne. ŞÎN

[161] Serwêr cîyê amî-t'am pey min k'etî ne, lê dilê min xeberêd Teva xofî ye.

[162] Sozê Ter'a ez gul didim, çawa ser xiznê ez vebibim.

[163] Dijenime derewîyê, jê zivêr im, lê hînkirina Ter'a ez h'eyran im.

[164] R'ojê h'eft cara pesinê Te didim, bona qirarêd Te ku r'ast dibînim,

[165] Ewêd xweyê hînkirina Te ne, ji r'ê nak'evin, e'dilayêda ne.

[166] Ez xilazkirina Teda guman im, Xudano, e'mirêd Te ez diqedînim.

[167] Ez t'emîyêd Te xwey dikim û gelekî wan h'iz dikim.

[168] Ez xwey dikim t'emî û qanûnêd Te, çimkî h'emû r'îyêd min ber ç'e'vê Te ne. T'AV

[169] Xudan, bira hêwarza min bê cem Te, weke xebera Xwe Tu min serwaxt ke.

[170] Bira r'ecayê min bê ber Te, weke xebera Xwe min xilaz ke.

[171] Ji devê min der tên şikirdarî, çimkî qanûnêd Xwe Tu min hîn dikî.

[172] Bira zimanê min xebera Te bike dengî, çimkî h'emû e'mirêd Te ew in r'astî.

[173] Bira destê Te li min piştovan be, çimkî min bijartin qeyde-qanûnêd Te.

[174] Xudano, ez h'eyra xilazkirina Te me, şabûna min jî hînkirina Te ye.

[175] Bira ez sax bim, pesinê Te bidim bira qirarêd Te alîk'arê min bin.

[176] Mîna peza undabûyî ez xalifîm, qûlê Xwe biger'e, ez e'mirêd Te bîr nakim .

Zebûr — Chapters