Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 89

Listen to this chapter • 5:22

[1] H'uba Te Xudan, ezê bistirêm h'eta-h'etayê, aminîya Te bi devê xwe salix kim qur'ne-qur'ne.

[2] Ez e'lam dikim, ku h'uba Te t'imê qedîmî ye, e'zmênda aminîya Te h'îmgirtî ye.

[3] Te got: «Min t'evî bijartîyê Xwe peyman girêda û xulamê Xwe Dawidr'a sond xwar:

[4] ‹Zur'eta te Ezê h'eta-h'etayê h'îmgirtî kim û qur'ne-qur'ne t'extê te qedîm kim›*». (Sela)

[5] Ya Xudan, e'zman pesinê k'eremetêd Te dide, civîna milyak'eta jî pesinê aminîya Te.

[6] Çimkî e'zmênda k'î heye ku weke Xudan be? Û nava mêr-milyak'etada bibe mîna Xudan?

[7] Xwedê gelekî xof e nav civîna milyak'etada û sawa Wî ser yêd dor-berê Wî ne.

[8] Ya Xudan, Xwedêyê Ordîya, k'î mîna Te xweyîqudret e? Aminîya Te dora Te girtîye.

[9] Tu h'ukumî ser hêrsa be'rê dikî, gava pêlêd wê r'adibin, Tu wan diseqir'înî.

[10] Te R'ahab hêra mîna beret'a, pê zenda Xweye qewat dijmin bela kir.

[11] E'zman yê Te ye, e'rd yê Te ye. Te h'îmê dinîya xêr-berek'etêva danîye.

[12] Bakur û başûr Te xuliqandin, Ç'îyayêd T'abor û Hermonê bi navê Te şa dibin.

[13] Zenda Te zor e, destê Te qewat e, destê Teyî r'astê bilind e!

[14] R'astî û heqî ew bingehêd t'extê Te ne, h'ub û aminî pêşîya Te diçin.

[15] Xwezî li wê cime'tê, ku zane deng hilde cejinêr'a. Xudano, ew bi r'onaya r'ûyê Te dimeşin.

[16] T'emamîya r'ojê bi navê Te şa dibin û bi azadîya Te bilind dibin.

[17] Çimkî Tu r'ûmeta qewata me yî û bi xweşîya Xwe strûyê me bilind dikî.

[18] Mert'ala me ji Xudan e, Pîrozê Îsraêlê, P'adşayê me.

[19] Hingê dîtinokêda, Te aminêd Xwer'a got: «Min alî mêrxasekî kir, ji nav cime'tê yek bijart û ew danî hêlana jorin.

[20] Min Xulamê Xwe Dawid dît, r'ûnê Xweyî pîrozva ew r'ûn kir .

[21] Destê Minê t'evî wî be, Zenda Minê wî qewat ke.

[22] Dijminê zorê nede wî, nep'ak wê wî nimiz neke.

[23] Neyar ber wî Ezê hûr-hûrî kim û usa jî peyk'etîyêd wî xim.

[24] Aminî û h'uba Minê t'evî wî bin, pê navê Min strûyêd wîyê bilind bin.

[25] Ezê destê wî daynime ser be'ra, destê wîyî r'astê ser ç'ema.

[26] Ewê gazî Min ke: ‹Tu Bavê min î, Xwedêyê min û Qeyayê azadîya min›.

[27] Ezê wî bikime nixurîyê ji her p'adşayêd dinê mestir .

[28] Ezê t'imê h'uba Xwe bona wî xwey kim û peymana Minê hindava wîda qewîn be.

[29] Ezê dûmika zur'eta wî qedîm kim û dûmika t'extê wî weke r'ojêd e'zmên.

[30] Heger zur'eta wî gur'a gotina Min nekin, li gora qirarêd Min nemeşin,

[31] qeyde-qanûnêd Min bêqedir kin û e'mirêd Min neqedînin,

[32] hingê Ezê pê şivê serîkî bidime neheqîyêd wan û bi derba jî ceza bidime bêolîtîyêd wan.

[33] Lê h'uba Xwe Ezê ji wî nebir'im û sozê Xwe net'er'ibînim.

[34] Peymana Xwe Ezê net'er'ibînim û sozê ji devê Xwe derxistî, neguhêzim.

[35] Carekê Min pê pîrozîya Xwe sond xwarîye, t'u car Dawidr'a xêlif nebêjim.

[36] Zur'eta wîyê h'eta-h'etayê bimîne, t'extê wî jî weke r'oyê li ber Min.

[37] Mîna hîvê h'eta-h'etayê wê qedîm be, e'zmanda jî mîna şe'dekî amin be». (Sela)

[38] Lê Te ew ji ber Xwe avît û bêhurmet kir, ser k'ifşkirîyê Xwe hêrs k'etî,

[39] peymana t'ev xulamê Xwe t'exsîr kir, t'acê wî kire ax û xwelî.

[40] H'emû sûrêd wî xirab kir, kelayêd wî kirin xirabe.

[41] Her kesê wirr'a derbaz dibe, ewî wira t'alan dike, ew bû pêk'enîyê cînarêd xwe.

[42] Te peyk'etî ser wî xistin, h'emû dijminêd wî şa kirin.

[43] Te devê şûrê wî veger'and, nava şêr'da pişt lê şkênand.

[44] R'ewşa wî Te jê stand, t'ext e'rdê xist şkênand.

[45] R'ojêd cahiltîya wî kin kirin, ew şermîyêva Te nixamt. (Sela)

[46] H'eta k'engê, ya Xudan? Gelo Tê t'imê Xwe veşêrî? H'eta k'engê hêrsa Teyê alav de?

[47] Bîr bîne dûmika e'mirê min, gelo Te h'emû ewledêd însên boş û betalîyêr'a xuliqandin?

[48] K'î dikare bijî û nemire, xwe ji destê gor'istên xilaz ke? (Sela)

[49] Ya Xudan, k'anê ye ew h'uba Teye berê, ku Te pê aminîya Xwe Dawidr'a sond xwar?

[50] Ya Xudan, bîr bîne bêr'ûmetbûna xulamêd Xwe, ku ji h'emû miletêd zor ser minda tên.

[51] Dijminêd Te wî bêhurmet dikin, ya Xudan, gavêd k'ifşkirîyêd Te r'obet dikin.

[52] Şikir ji Xudanr'a, h'eta-h'etayê amîn û amîn!

Zebûr — Chapters