Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 68

Listen to this chapter • 4:09

[1] Bira Xwedê r'abe, neyarêd Wî bela bin, peyk'etîyêd Wî ber ç'e'vê Wî bir'evin!

[2] Çawa dû bela dibe, usa Tu wan bela ke, çawa şima li ber agir dih'ele, bira nep'ak jî li ber Xudan unda bin.

[3] Lê yêd r'ast bira şa bin, li ber Xwedê bira geş bin, bi şabûnê bira eşq bin.

[4] K'ulamê hûn Xudanr'a bêjin, eşqî navê Wî hûn bistirên, bilind kin Yê li e'wra sîyarbûyî tê, navê Wî Xudan e, ber Wî şa bin.

[5] Bavê sêwîya, tayê jinebîya, Xwedêyê Xana Xweye pîrozda.

[6] Xwedê bêkesa malda didebirîne, r'ê dide li ber hêsîra, lê şer'ûd wê cîyê dêmda bimînin.

[7] Xwedêyo! Tu ku pêşîya cime'ta Xweva çûyî û ber'îyêva derbaz bûyî, (Sela)

[8] e'rd h'ejîya, e'zman ji dîndara Xwedê niqitî, ji dîndara Xwedêyê Sînayê, Xwedêyê Îsraêlê.

[9] Barana xêr-berek'etîyê barand, Xwedêyo. Warê Teyî westîyayî, Te qewat dayê,

[10] kerîyê pezê Te li wir hêwirî. Te ji qencîya Xwe, Xwedêyo, belengazar'a t'ivdarek dît.

[11] Xudan dike fermanî, k'ulfet dibine mizgîndarêd p'ir'anî.

[12] Dir'evin p'adşêd ordîya dir'evin, lê kevanîyêd malda t'alên bela dikin,

[13] wan xişirêd dilqê kewê p'er'ê wane zîvkirî û baskê wane zêr'ê xalisî. Çima hineke ji we xwe paşda digirin û tewlada xwe vedişêrin?

[14] Gava Yê Herî Zor p'adşa li wir bela-belayî kirin, ew cî bû mîna bagera ser ç'îyayê Salmonê.

[15] Hey ç'îyayê Başanê , ç'îyayê zor! Hey ç'îyayê gelek serî, ç'îyayê Başanê!

[16] Hey ç'îyayê gelek serî, tu çima usa bi h'evsûdîyê dîna xwe didêyî li wî ç'îyayê k'îjan Xwedê begem kirîye lê bimîne? Belê Xudanê h'eta-h'etayê lê bimîne.

[17] E'rebêd Xudan bi h'ezar-h'ezara ne, Xudan ji Sînayê hate Cîyê Pîroz .

[18] Ew hilk'işîya çû jor, hêsîr t'evî Xwe birin û p'êşk'êş standin ji meriva, h'eta ji wan jî ku nedixwestin, Xudan Xwedê li wir bimîne .

[19] Şikir Xudanr'a, Xwedêyê xilazkirê mer'a ku her r'oj barê me hildigire. (Sela)

[20] Xwedê bona me Xwedêyê azadkir e, Xudan Xweyî me ji mirinê xilaz dike.

[21] Belê Xwedêyê serêd dijminêd Xwe bih'incir'îne, qafêd wane pir'ç'e ku nava bêolîtîyêda dimînin.

[22] Xweyî got: «Ezê neyara ji Başanê, ji k'ûrayîya be'rê veger'înim,

[23] wekî hûn nigêd xwe xûnêda bişon, zimanê seyêd we jî xûna neyara biçelpînin».

[24] Derbazbûna Te dibînin, Xwedêyo, derbazbûna Xwedêyê min, P'adşayê minî çûyîna Cîyê Pîroz.

[25] Pêşîyêva dengbêj in, paşîyêva sazbend in, navêda jî qîz defika dixin.

[26] «Civînada pesinê Xudan Xwedê bidin, hûn h'emûyêd ku ji kanîya Îsraêl in!»

[27] Li wir pêşîya wan Bênyamîna biç'ûk diçe, paşê serwêrêd Cihûdayê k'oma xweva, serwêrêd Zebûlonê, serwêrêd Neftelîyêva.

[28] Xwedêyo, wê qewata Xwe nîşan ke, bi k'îjanê Xwedêyo, Te alî me kir,

[29] ji P'aristgeha Xweye Orşelîmê, dera ku p'adşa Ter'a dîyarîya tînin.

[30] Li r'e'wirê nava qamîşa hilê, t'evî boxêd nava gar'anêd mileta, h'eta ku dever'û bên û zîv dîyarî bînin. De bela-belayî ke wan mileta, k'îjanêd ku şêr' dixwazin.

[31] E'silzadeyê ji Misirê bên, etyûpî wê destê xwe dirêjî Xwedê kin.

[32] Gelî p'adşatîyêd dinyayê, Xwedêr'a bistirên, eşqî Xudan bistirên. (Sela)

[33] Wîr'a ku li ser e'zmanêd qedîmî sîyarbûyî ye. Va ye Ew dike dengî, bi dengê Xweyî zor.

[34] Qewata Xwedê e'lam kin! R'ûmeta Wîye mezine li ser Îsraêlê û qudreta Wîye nava e'wrada.

[35] Xwedêyo Tu xof î, wî Cîyê Xweyî Pîrozda. Xwedêyê Îsraêlê, Ew qewatê û karînê dide cime'ta Xwe. Pesinê Xwedê bidin!

Zebûr — Chapters