Zebûr 105
[1] Ji Xudan r'azî bin, navê Wî bidin, kirêd Wî nava cime'tada bela kin.
[2] Eşqî Wî bistirên, miqamê Wîr'a lê xin, h'emû k'eremetêd Wî salix kin.
[3] Pê navê Wîyî pîroz bifir'in, bira dilê wan şa be, yêd Xudan diger'in.
[4] Xudan û qudreta Wî bixwazin, her gav r'ûyê Wî biger'in.
[5] Bîr bînin k'eremetêd ku Wî kirin, nîşanêd Wî û qirarêd devê Wî.
[6] Hey zur'eta Îbrahîmê xulamê Wî, gelî ewledêd Aqûb, bijartîyêd Wî.
[7] Xudan e Xwedê me, ser t'emamîya e'rdê qirarêd Wî ne.
[8] Ew peymana Xwe h'eta-h'etayê bîr tîne û sozê Xweyî dayî jî h'eta h'ezar nisilî,
[9] k'îjan ku da Îbrahîm û sondê ku Îshaqr'a xwar.
[10] Aqûbr'a jî ew mak kir çawa qanûn û Îsraêlr'a jî peymana h'eta-h'etayê.
[11] Got: «E'rdê Kenanê Ezê bidime te, çawa p'ara wartîya we».
[12] Gava ewe kêm bûn, hindik û xerîb bûn nava wêda,
[13] ji miletekî derbazî nav miletekî din dibûn, ji p'adşatîkê derbazî nav cime'teke din,
[14] Ewî nehişt ku yek qedirê wan k'eve û bona wan li p'adşa hilat,
[15] got: «Qedirê k'ifşkirîyê Min nek'evin û xirabîyê li p'êxemberêd Min nekin».
[16] Gava xelayî anî ser e'rdê û qinyatêd nanîn dane bir'înê,
[17] hingê merîk pêşîya wan şand, Ûsiv xulamtîyêr'a hate firotan.
[18] Nigêd wî qeydada şidandin û xelaq avîtine stukura wî,
[19] h'eta wî wextê gotina wî hate sêrî, xebera Xudan ew cêr'iband.
[20] P'adşa şand û ew da vekirin, mîrê cime'ta ew azad kir.
[21] Li ser mala xwe ew kire malxê û wek'îlê t'emamîya hebûka xwe,
[22] wekî mîrêd wî gora dilê xwe şîret ke û r'ûspî-giregirêd wî bîlan ke.
[23] Hingê Îsraêl hate Misirê, Aqûb li welatê Hamê xerîbîyêda ma.
[24] Xudan cime'ta Xwe p'ir' zêde kir û ew ji neyarêd wan qewattir kir.
[25] Dilê wan guhar't ku bijenine cime'ta Wî û tengasîyê bidine xulamêd Wî.
[26] Xulamê Xwe Mûsa şand, usa jî bijartîyê Xwe Harûn.
[27] Wana nava wanda nîşanêd Wî dane k'ifşê û k'eremetêd Wî welatê Hamêda.
[28] Te'rîstan şand kire şever'eş û Misirî miqabilî gotina Wî r'abûn.
[29] Avêd wan kire xûn û me'sîyêd wan qir' kir.
[30] E'rdê wan beqava t'ijî kir, h'eta gozêd p'adşaye r'azanê jî.
[31] Ewî got, mêş-mor û moz hatin û derdorêd wan girtin.
[32] Dewsa baranê teyrok ser wanda barand û birq-birûsk welatêd wanda.
[33] Tirî û hêjîrêd wan xist, h'emû darêd dorberêd wan hûrdexweşî kir.
[34] Got û kulî hatin, xisîla wane bêh'esab,
[35] h'emû şînaîya welêt xwarin, usa jî berêd e'rdê wan.
[36] Nixurîyêd t'emamîya welêt xist, t'emamîya berêd wane pêş.
[37] Îsraêl bi zêr' û zîv ji wir derxist, qebîlêd wanda bêt'aqetek t'unebû.
[38] Misir şa bû bi derk'etina wan, çimkî sawa wan k'etibû ser wê.
[39] E'wr derxist bona nixamtinê, agir jî bona r'onayîya şevê.
[40] Wana xwest Ewî sûsik anîn, bi nanêd e'zmên ew t'êr kirin.
[41] Qeya qelaşt av her'ikî, mîna ç'êm k'işîya ber'îyêda.
[42] Çimkî sozê Xweyî pîroz Wî bîr anî, ku dabû Îbrahîmê xulamê Xwe.
[43] Cime't derxist bi dilê eşq û bijartîyêd Xwe bi dengê şa.
[44] Welatêd mileta Ewî da wan û k'eda xerîba kirin milk'ê xwe,
[45] wekî t'emîyêd Wî xwey kin û qanûnêd Wî biqedînin. Halêlûya!