Zebûr 22
[1] Xwedêyê min! Xwedêyê min! Te çima ez hiştime? Xwe ji xilazkirin û dengê hêwarza min dûr girtîye.
[2] Xwedêyo! Ez r'oj gazî Te dikim lê Tu caba min nadî, şevê jî dengê min nayê bir'în.
[3] Lê belê Tu Yê Pîroz î, ser t'extê Xwe r'ûniştî yî, pesindayîna Îsraêlê yî,
[4] Kal-bavêd me Teda guman bûn, Teda guman bûn, Te ew azad kirin.
[5] Li Te kirin hewar, ew xilaz bûn guman dan ser Te, şermî nebûn.
[6] Lê ez kurm im ne ku merî, nav merivada bêhurmetkirî nav cime'tada sosretbûyî.
[7] H'emûyêd ku min dibînin, ew qerfê xwe li min dikin, devê xwe li min xar dikin, serê xwe dih'ejînin û dibêjin:
[8] «De bira xwe bispêre Xudan û Ew wî xilaz ke, de bira wî azad ke, heger Ew ji wî r'azî ye»
[9] Lê belê Tu yî, yê ez ji bet'inê derxistim, ber bistanê dîya min, Te ez bêxof kirim.
[10] Ez ji bet'inêda spartî Te bûyî, ji zikmakîyêda Tu Xwedêyê min î.
[11] Ji min dûr nek'eve, çimkî tengasî nêzîk e lê k'omekdarek t'une.
[12] Gelek canega dora min digirin, boxêd Başanêye zor ser minda digirin.
[13] Mîna şêrê devxûn mir'e-mir' dikin û ew qîlêd xwe li ser min vedikin.
[14] Ez mîna avê tême r'êtinê, hestûyêd min ji hev têne ber'danê, dil nav minda dih'ele mîna şimê.
[15] Qewat li min ziha dibe, mîna cêr'ê axîn hûr-hûrî dibe, ziman demaxê minva diqemite, Tu min dikî axa mirinê.
[16] Se-kûç'ika ez kirime nava xwe, k'oma neheqa dora min girt, dest û p'îyêd min qul kirin .
[17] H'emû hestûyêd min têne jimarê, min t'emaşe dikin dîna xwe didinê.
[18] K'incêd min nava xweda bela dikin û ser k'inca min p'eşk davêjin .
[19] Lê Tu Xudano, ji min dûr nek'eve! Qewata min! Zû bike Xwe minr'a bigihîne.
[20] Nefsa min Tu ji şûr xilaz ke, min tayî jî ji nav lepê se-kûç'ika.
[21] Min xilaz ke ji qîlê şêr û azad ke ji stirûyêd gayêd beyanî.
[22] Ezê navê Te biratîya xwer'a salix kim, nava civînêda pesinê Te bidim .
[23] Gelî xudanxofa! Pesinê Wî bidin! Gelî zur'eta Aqûb! R'ûmetê bidin! H'emû zar'êd Îsraêl! Ji Wî xof bikin!
[24] Çimkî Ewî pişt neda yê t'engezar, belengazîya wî bêhurmet nekir, r'ûyê Xwe Ewî ji wî veneşart, gava wî hewar kir, Xwedê bihîst.
[25] Civîna mezinda ezê bidim pesinê Te, li ber wan xofk'êşêd Te, bînime sêrî ad-qirarêd xwe, bona wî xatirê Te.
[26] Belengazê bixwin û t'êr bin , pesinê Xudan bidin yêd Wî diger'in. Dilê we bira bijî h'eta-h'etayê!
[27] Her qulbê dinyayê wê bîr bînin û berbi Xudan wê veger'in. H'emû berekêd mileta, wê serê xwe ber Te daynin.
[28] Çimkî p'adşatî ya Xudan e, Ew serwêrtîyê mileta dike.
[29] H'emû k'up-k'upêd evê dinê, ewê bixwin û ber ta bin û her kesê p'ara xwelîyê, ku firarî ye li ser e'rdê, wê bik'eve ber li ser çokê.
[30] Nisilê xulamtîyê Wîr'a bikin, navê Xwedê qur'na peyr'a wê qise kin.
[31] Wê bên û xilazkirina Wî wan merivar'a bikin dengî, k'îjanêd ku wê bêne dinê, wê bêjin: «Xudan ev yek kirine».