Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 70

Listen to this chapter • 0:45

[1] Ya Xwedê, bike ku min xilaz kî, Xudan, zû alîk'arîya min bikî.

[2] Bira şermî bin, bibin r'obet, ewêd ku e'mirê min diger'in, bira bibin sosret, paşda bir'evin, ewêd xirabîya min dixwazin.

[3] Bira şermî bin û veger'in, yêd ku hûyî min dikin.

[4] H'emûyêd ku li Te diger'in, bira pê Te eşq û şa bin û yêd azadkirina Te h'iz dikin, «Xwedê mezin e!» t'imê bêjin.

[5] Lê ezî şkestîyî belengaz im, Xwedêyo, Xwe zû minr'a bigihîne! Tu yî piştovanê min û azadkirê min, Ya Xudan, derengî nebe!

Zebûr — Chapters