Zebûr 104
[1] Pesinê Xudan bide, nefsa min! Xudano, Xwedêyê min, Tu çiqasî mezin î! Bedewetî û r'ûmetêva wergirtî yî,
[2] r'onayî mîna k'inca li Xwe kirîye, e'zman mîna kon vegirtîye.
[3] Te Xana Xwe jor ser ava çêkir, e'wra dikî xwer'a e'rebe û li ser baskê bê diçî.
[4] Bayê Xwer'a dikî qasid, alava êgir jî qulixk'ar .
[5] Te e'rd danî li ser bingeh, ku t'u car ji cî neh'eje.
[6] Ava bêbinî mîna k'incekê Te lê kirîye, av li serê ç'îya k'etine.
[7] Ew ji hilatina Te dir'evin, ji gur'înîya e'wrê Te vedik'işin.
[8] R'adibine li serê ç'îya, dik'işin diçine newala, ber bi wan cîyêd Te bona wan k'ifş kirine.
[9] Te sînor danî ku jê derbaz nebin û veneger'in r'ûyê e'rdê nenixêmin.
[10] Tu kanîya newalada der tînî, wan nava ç'îyada diher'ikînî,
[11] h'emû h'eywanêd çolê didine vexwarinê û k'erêd beyanî pê wan têne avdanê.
[12] Teyredêd e'zmana li ber wan dimînin, nava ç'iqilada ew deng didin.
[13] Tu ji mala Xweye jorin ç'îya av didî, r'ûyê e'rdê pê mêwa kirêd Te t'êr dibe.
[14] Ew bona h'eywên gîhê şîn dike û p'incar'ê bona k'ara însên, ku xurek derxe ji e'rdê
[15] û şeravê, ku şa dike dilê însên, bizir ku beşera wan xweş dike, nan ku dilê wan dişidîne.
[16] Darêd Xudan t'êr tên avdanê, erzêd Lubnanê jî Wî daç'ikandine.
[17] Li wir teyreda hêlûna datînin, malêd leglega jî li ser sipindara ne.
[18] Çîyayêd bilind warêd k'ûvîya ne, qulç'êd zinara jî sit'argeha qotika ne.
[19] Te hîv e'firand bona demsalê, r'o wextê xwe zane çawa diçe ava.
[20] Te'rîstan dikî û dibe şev, h'emû r'e'wirêd daristên wêda diger'in.
[21] Cewrikêd şêra bona nêç'îrê dikin mir'în û ji Xwedê xurekêd xwe dipirsîn.
[22] Gava r'o derdik'eve, paşda vedik'işin û ne'lêd xweda r'adik'evin.
[23] Meriv dertê diçe k'arê xwe, şixulê xweyî h'eta êvarê.
[24] Xudano, çiqasî gelek in kirêd Te! Her tişt bi serwaxtîya Te çêbûye, e'firînêd Teva e'rd t'ijî ye.
[25] Va ye ev be'ra mezin û ber, bêh'esab şûlikî têda ne, h'eywanêd biç'ûk t'evî mezina.
[26] Wêda gemî diger'in, Lêwyat'anê Te e'firand, ku ew têda bilîze.
[27] Evana h'emû hîvîya Te ne, ku xurekêd wan we'deda bidî.
[28] Tu didî wan, ew t'op dibin, Destê Xwe vedikî r'isqê xweva t'êr dibin.
[29] Berê Xwe li wan diguhêzî, ew ditirsin, bîna wan didî girtin, ew dimirin û li xwelîyê vediger'in.
[30] R'uh'ê Xwe dişînî ew die'firin û jîyana nû didî r'ûyê e'rdê.
[31] De bira r'ûmeta Xudan h'eta-h'etayê be, Xudan şa be bi kirinêd Xwe!
[32] Ser e'rdêda dinihêr'e ew dilerize, ç'îya dik'eve ew dû dikin.
[33] Eşqî Xudan ezê bistirêm, bi t'emamîya e'mirê xwe, ezê Xwedêyê xwer'a miqamê lê xim h'eta ku heme.
[34] Bira stirana min li Wî xweş bê, ezê pê Xudan eşq û şa bim.
[35] De bira gunek'ar betavebin û nep'ak ser dinê t'unebin. Pesinê Xudan bide, nefsa min. Halêlûya!