Zebûr 98
[1] Stiraneke nû bistirên eşqî Xudan, bona ku Wî k'eremet kirin. Destê Wîyî r'astê û zenda pîroz azadî Wîr'a dest anîn.
[2] Xudan serk'etina Xwe da k'ifşkirinê, li ber ç'e'vê mileta r'astîya Xwe da e'yankirinê.
[3] H'ub û aminîya Xweye bona mala Îsraêl xwey kir. Her qulbêd dinyayê dîtin serk'etina Xwedêyê me.
[4] T'emamîya dinyayê, eşqî Xudan bikin qar'în, eşq bin, şabin û bistirên.
[5] Pê çengê zîs eşqî Xudan hûn bistirên, pê çengê zîs û bi dengê miqamê.
[6] Li ber Xudan P'adşa, bor'î û strû lêdin eşq û şa bin.
[7] Bira be'r bike xuşîn t'êr û t'ijîya xweva, dinya û h'emûyêd nav wêda.
[8] Bira ber Xudan ç'em destêd xwe hev xin, ç'îya-banî hevr'a Xudanr'a gul û geş bin,
[9] Çimkî Ew tê dîwana dinyayê bike, Ewê dîwana dinê bi heqîyê bike, ya cime'ta jî bi r'astîyê.