Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 142

Listen to this chapter • 1:07

[1] Ez bi deng gazî Xudan dikim, ez bi deng lava Xudan dikim.

[2] Derd-kulêd xwe dir'êjime ber Wî, tengasîyêd xwe ez Wîr'a dibêjim.

[3] Gava r'uh'ê min minda p'ûç' dibe, şiver'îyêd min Teva e'yan in. Ew r'îya ku ezê têda biçûma, bi dizîva bona min t'ele danîn.

[4] Ez dîna xwe didime alîyê r'astê, kesek t'une guh bide min, kesek minr'a nabe sit'ar, kesek t'une bona min xem bike.

[5] Min hewara xwe Te anî, Xudano dibêjime Te, Tu yî sit'ara min û p'ara mine welatê zêndîyada.

[6] Dîna Xwe bide zarînîya min, ku ez çiqasî t'engezar im. Min ji p'eyk'etîya xilaz ke, çimkî ewe ji min zortir in.

[7] Tu min ji zindanê derxe, ku şikirîyê bidim navê Te, gava Tu qencîyê min bikî, r'astê her alîyava dora min bigirin.

Zebûr — Chapters