Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 14

Listen to this chapter • 1:13

[1] Bêarê-bêfe'm dilê xweda dibêje: «Xwedê t'une». Şûna r'eşva diçe, h'eramîyê dike, kesek t'une ku qencîyê bike.

[2] Xudan jorda ser mêrivda dinihêr'e ku bibîne, gelo wê hebe yekî serwaxt, ku li Xwedê diger'e.

[3] H'emû ji r'îya xwe derk'etî ne û t'evayî pêva lewit'î ne, yekî qencîyê bike t'une, t'u kes t'une!

[4] Gelo yêd neheqîyê dikin fe'm nakin, ku cime'ta Min mîna nan dixwin û ew gazî Xudan jî nakin?

[5] Li wir xof û tirsê li wan bigire, çimkî Xwedê nava k'oma r'astada ye.

[6] Hûn dikin t'ivdîrada feqîra bidine şermê, lê belê Xudan sit'argeha wan e.

[7] Xwezî azadîya Îsraêlê ji Sîyonê bihata! Gava Xudan çerxa cime'ta Xwe dîsa r'ast kira, hingê Aqûbê eşq be, Îsraêlê jî şa be.

Zebûr — Chapters