Zebûr 30
[1] Ezê te bilind kim, Xudano, çimkî Te ez xilaz kirim, dijmin li min nedan k'enandin.
[2] Ya Xudan, Xwedêyê min! Min hewara xwe Te anî û Te ez qenc kirim.
[3] Xudan! Ji dîyarê mirîya Te ez derxistim, ku nek'evime gor'ê, Te ez sax hiştim.
[4] Eşqî Xudan hûn bistirên aminêd Wî, şikirîyê bidinê û bîr bînin pîrozîya Wî.
[5] Hêrsa Wî, çawa ç'e'v bigirî-vekî, lê şîrinaya Wî t'emamîya e'mir e, êvarê şîn e û girî ye, lê sibehê zû eşq û şayî ye.
[6] Ez fireyîya xweda fir'naq bûm, fikirîm: «Ezê t'u car nek'evim».
[7] Ya Xudan, Te bi xweşîya Xwe, mîna ç'îyakî ez qewîn kirim. Lê gava Te r'ûyê Xwe veşart, hingê r'icafê ser minda girt.
[8] Xudan gazîya xwe Te datînim û hewara xwe Xweyî tînim.
[9] Xûna minê çi k'arê bide, heger ez bik'evim ax-berê sar? Gelo xalîyê pesinê Te bide? Yan r'astîya Te wê salix ke?
[10] Bibihê Xudan, min were r'e'mê, Xudan, bide min k'omekê.
[11] Te şîna min kire şayî, k'urxê min jî jorda anî, şabûnêva min dixemilînî.
[12] Canîya minê ker' nemîne, ewê bistirê eşqî Te. Xudan, Xwedêyê min, ezê t'imê bidim pesinê Te.